logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Piştî romanê filma bêcezamanê

  • Dîrok: 15/05/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Bêcezaman ji peyvên ceza û cezanekirina sûcdaran û wêde xwedî maneyên giran ên civakî ye. Di vir de meseleya edaletê û mîsogeriya baweriya pê, bi fonksiyoneke cidî ya civakî radibe û heger bêcezaman sîstematîk be, hingê jî derbeke giran dixwe. Sala 1968'an li Almanyaya piştî şer qanûnek hat derxistin ku pê efserên Nazî yên ku sûcên şer kiribûn ne ji ber qetlê, lê ji ber derba kuştinê bên dadgehkirin. Gava mirov wiha lê dinihêre, dibêje qey ne meseleyeke muhîm e. Berevajî, mesele muhîm û giran e ku îro jî dibe mijara huner. Qetl ji ber ku plankirî û bi armanca kuştinê haziriyê pê dibîne, hem cezayê herî giran jê re tê xwestin, hem jî nakeve ber qanûnên “kevinbûnê” herçî derba kuştinê ye, wê kêliyê ne hesabkirî qewimiye, dibe ku sedemên sivikkirina sûcî jî pêre bin û ya ji hemûyan jî girîngtir dikeve ber qanûnên “kevinbûnê”. Ev qanûn gava ku sala 1968'an li Almanyayê derket, bi hezaran sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê yên efserên Naziyan ketin ber.

Berî 3 hefteyan fîlmekî alman kete vîzyonê bi navê Der Fall Collini (Doza Collini). Regisseur Kreuzpaintner filma xwe ji ber romana 2011´an derketî ya Ferdinand von Schirach a bi heman navî girtiye. Hin guhertin jî tê de kirine, çawa ku parêzer Caspar Leinen di romanê de ji derdorên elîter tê, lê di filmê de nîv Tirk e. Mijara romanê û vê filmê ev qanûna li jor me behsê kir û yek ji efserên SS ên Nazî ye; yek ji wan efserên ku bi vê qanûnê bê ceza mane. Film bi vê yekê li ser jihevcihêbûna mefhûmên hiqûq û edaletê radiweste. Heta bi fînala filmê jî ev hewldana jihevkirina edalet û hiqûqê her darîçav e. Serlîstikvanê filmê Elyas M´Barek, di filmê de di rola parêzer de performanseke ku kes jê hêvî neke nîşan dide; ew bêhtir berê bi rolên komediyên “sivik” de dihat nasîn. Jixwe, rola wî ya di film û rêzefilma Tuerkisch fuer Anfaenger (Tirkî ji bo yên nû dest pê dikin) û di Fack ju Gohte de ji bo yên ku ev filmên hanê dîtine, pirr zehmet e ku fêm bike, ka ew bi rola parêzer Caspar Leinen çawa evqasî serketî bûye.

Mesele ji bo parêzer girift e. Kesekî ku dikeve şûna bapîrê wî tê kuştin. Li seranserê filmê em dibînin çawa vî kesê hanê ku yek ji pîşesazên muhim ên Elman e (di filmê de bi navê Hans Meyer) çawa bavtî yan jî bapîrtiyê ji vî parêzerî re dike ku dawiya dawî dikare bibe parêzer. Yanî parêzer heta bi qedandina lîseyê jî di nava mala wî pîşesazî de mezin bûye.

Di filmê de roleke din a serketî ya kujerê bi navê Fabrizio Collini (Franco Nero) ye. Piştî ku Hans Meyer dikuje, teslîmî polîs dibe û hiş dibe li ser sedemên kuştinê. Ango di destpêkê de dema ev pîşesazê hanê yê Elman tê kuştin, li gorî her kesî ti sedemeke diyar nîne. Hasilî, parêzerê me bela xwe ji dozê venake û dide dûv şopan heta ku diçe gundekî Îtalî yê ku Collini jê tê û li wir bi ser şopa meseleyê ve dibe.

Elaqeya kuştinê yekser bi sûcên şer ên Naziyan – di vê filmê de kuştina 20 sivîlên bêguneh li gundekî Îtalyayê – re heye; ne tenê ev jî, qanûna 1968´an derketî ku bi navê Qanûna Dreher tê nasîn, bi hezaran sûcdarên şer û li dijî mirovahiyê bêceza man. Gava ku kovara Elman die Zeit Îlona 2011´an ji Ferdinand von Schirach pirsa qanûnê kir, wî got, “Qanûn Hespekî Troya bû, besît û dûrîçav, û ew parçeyek ji paketeke qanûnan bû. Ne îdareyên eyaletan ên hiqûqê. Ne parlamenterên federal, ne Konseya Federal a Elmanyayê, ne jî Komisyonên Hiqûqê tesîra wî ya mezin a texrîbkar nedîtin, nas nekirin.”

Yê li pişt vê qanûnê, Eduard Dreher bû. Di serdema Naziyan de dozger bû û tê zanîn ku wî li dijî diziya xwarinê jî bi doza îdamê doz vekirine. Piştî şikestina Naziyan di demeke kurt de weke memûr wî kariyer çêkir û gava mir jî hemû rûmeta dewletê ji bo wî hat nîşandan. Ya ku nivîskar Ferdinand von Schirach ber bi nivîsandina vê romanê ve birî jî jixwe hem ev rêza ji vî dozgerê Naziyan re hatî girtin û hem jî êşa bêcezamanê ya li ser mexdûr, û nas û xwediyên mexdûran bû.

Herçî film e, bi ya min serketî bû, nexasim bi performansa Elyas M´Barek û ji filmê bi rastî jî tê ku texrîbatên bêcezamanê li ser civakê nîşan bide.

13.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Reqîbên Diyarbakir BB'yê diyar bûn

ad

Êdî hemû xebatên BDP'e dê bi kurdî bin

ad

BBC bi paş ve gav avêt, Lineker vedigere ser karê xwe

ad

Beşikçi: Hikumet pirsgirêka kurd fêm nake

ad

Du tîmên kurdan: Amed Spor û Van Spor têk çûn

ad

‘000KİTAP’ xilas bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname