Diyarname
Tîma Fûtbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi navê "Diyarbakir BB" dilîze, par di Lîga 3'yan de bû şampiyon û derket Lîga 2'yan. Dîyarbakir BB îsal di Lîga 2'yem de bilîze û niha bi pişkeyê reqîn wê diyar bûn.
Di Lîga 2'yem de du kom hene, Koma Sor û Koma Spî. Di encama pişkeya ji bo serdema maçên 2013-2014'an pişke hate kişandin û Diyarbakir BB kete Koma Sor. Pişke li Olimpiyatxaneya Atakoya Stenbolê hate kişandin û reqîb diyar bûn.
Di Koma Sor de tîmên wekî Alanyaspor, Nazili Belediye, Bandirma, Altinordu AŞ, Altay, Bozuyukspor, İskenderun DÇ, Bugsaşspor, Kizilcahamam, MKE Ankaragucu, Ofspor, Pazarspor, Eyupspor, Korfez Futbol Kulubu, Tepecikspor, Bayrampaşa û Îstanbul Gunguren wekî reqîbên Diyarbakir BB'yê hene.
Maçên yekemîn ên Lîga 2'yan roja 8'ê rezbera 2013'yan dê dest pê bikin.
Ji tîmên Amedê "Yeni Diyarbakir Spor" jî par ji amatorê derbasî Lîga 3'yem bûbû û îsal di vê lîgê de dê bilÎze.


