Diyarname
Di Lîga 2'yemîn de maçên Dora Yekemîn ên play-offê dest pê kirin. 4 maç hebûn.
Di Koma Sipî de maça Amed - 24 Erzîncan, Esenler Erok - Ankara Spor hebû.
Di Koma Sor de jî maça 1461 Trabzon - Van Spor, îskenderun - Ankara Demir Spor hebû.
VAN SPORÊ BI PENALTIYAN WINDA KIR
Van Spor li Trabzonê di deqîqeya 32'yan de bi gola Bariş Sagirbi 1-0 bi ser ket. 1461 TRabzorê di deqîqeya 45+2 de bi Ahmet Abdullah Çakmak bersiv da û nivîka yekemîn bi 1-1'ê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de jî encam neguherî û 30 deqîqeyê zêdek de jî wekhevî xira nebû. Maç derbasî penaltiyan bû.
Di penaltiyan de 1461 Trabzan bi 5-4 bi ser ket û derbasî Dora Duyemîn Bû.
Di maçên din de maça Îskenderun û Ankara Demirsporê jî bi 2-2 dawî bû. Îskenderun bi 4-2 di beşa penaltiyan de bi ser ket û derbasî dora din bû.
AMED SPORÊ NEKARÎ TIŞTEK BIKE
Maça Amed Spor û 24 Erzincanê saet 20.00'an de dest pê kir. Nîveka yekemîn a maçê bi 0-0 bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de 24Erzincanê di deqîqeya 83'yan de bi gola lîstikvanê xwe Yasin Dulger bi 1-0 derket pêş. Amed sporê nekarî bersiv bide û bi vê skorê Erzincan derket dora diduyan, Amed Spor mal li mala xwe.
Di maça din de Eroksporê bi 4-2 Ankara Spor têk bir.
***
Nûçeyên Eleqedar: