Perwîz Cîhanî
Bavê Nazê ewê ku bi salan dema xwe daye nivîsîna pênc berheman û bi sedan rûpelên bê zar û ziman bi navê romanê rûreş kirine, û ew dane çapkirin û weşandine, îro ne li Kurdistanê, lê li Tirkiyê radigehîne ku romana kurdî tune ye.
Baş e nasnama te ya toreyî romanivîsî ye û te bi nivîsîna babetkî bi navê romanê pê danaye meydana toreya kurdî û tu îro ji bo nasandina romana xwe hatî Tirkîyê, lê muxabin tu xwe û berhemên xwe nehî dikî. Tu hem dibêjî romana kurdî tune ye, hem jî dibêjî romana min ya pêşîn “Çiyayê Bi Xwînê Avdayî” bû. Em ji kîjan gotinên te bawer bikin? Eger romana kurdî tune ye, tu çima dibêjî romana min ya pêşîn? Eger te romanin nivîsîne û ew roman jî bi kurdî ne, tu bi kîjan hisab û kitabê dibêjî romana kurdî tune ye? Emê çawa van axiftinên zid û neqîz, van gotinên dijber û tewş ji te mamostayê toreya kurdî ya zanîngeha Kurdistanê bipejirînin?
Bavê Nazê tu yek ji pêşengên romanivîsên kurd yê vê serdemê dihatî nasînê, lê mixabin îro tu gihîştiyî wê radeya bêhîvîtî û rewanperîşî û xwebiçûkbîniyê, ku tu xwe û berhemên xwe û hebûna xwe nehî dikî. Cîhê mixabinî û dax û keseran e, ku tu jî wekî pişka zore berpirsên me yên başûr, li hember tirkan da li ber dujminan da xwe biçûk dibînî. Li başûr hind li ber te xwendine ku kurmancî tune ye, tu ji xwe û hebûna xwe jî ketîyî gumanan. Ev nexoşiya xwebiçûkbîniyê, îro berestûya gelek ji berpirs û payedarên başûrê girtiye û ew ji bo berjewendîyên xwe yên malî, amadene ji hemû îmkanên kurdî û kurdewariyê dest bikişînin. Gelo Bavê Nazê û berpirsên me yên başûr çima wisa li ser dilê dijminan diaxivin. Ji çi ditirsin?
Îro dibêjin romana kurdî tune ye, yê sibê jî bêjin zimanê kurdî tune ye û rojek dî jî yê bêjin, ne kurd û ne Kurdistan, babam tirk, anam tirk tirk oglîyem tirk.
Baş e eger tu ji xwe bêhêvî bûyî û tu pê hesiyayî ku berhemên te bênaverok in û hêjayî wê hindê nîn in, ku bi navê romanê li nav toreya kurdî da bêne nasandinê, ew mafê te ye, tu ragihînî ku berhemên te li radeyeke nizim da ne, lê te ew maf nîn e, ku tu li ser hemû romanên kurdî biaxivî û hemûyan qîyas bi nefs bê naverok û vik û vala ragihînî.
Belê bavê nazê, romana kurdî heye û romanek serketiye jî. Gava ku mirov romana kurdî digel romanên neteweyên der û dorên kurdan, neteweyên ku xudanê dewlet û hikumetan in, dide ber hev, mirov dibîne, ku romana kurdî eger ser romanên wan neteweyan re nebe jî, ji yên wan kêmtir nîn e.
Mirov bi axiftinên te zendegirtî dimîne. Bêguman te hemû romanên kurdî nexwendine û pîvaneya te ya li ser romanên kurdî, romanên te bixwene. Yanê tu qiyas bi nefs dikî.
Ez hêvîdar im ku tu li xwe mikur bê û gotinên xwe paş da bizivirînî û careke din li ser dilê dijminan neaxivî.
Tu û ew kesên ku wekî te difikirin, bila baş bizanin, bi koraniya çavên neyaran, toreya kurmancî roj bi roj pêş da diçe û zimanê kurmanciyê ku ji zimanên farisî, tirkî û erebî dewlemendtir e, êdî ji gefên nemanê rizgar bûye. Êdî bi dehan nivîskarên kurmancî hene û roja îro berhemên te jê der, zêde ji 180 roman bi kurmancî hatine nivîsînê.


