Diyarname
....ev nûçe her tê nûkirin....
24.45
Rêveberiya Balafirgeha Ataturk ragihandin ku heta saet 8'ê sibê dê balafirgeh girtî be.
24.15:
DHA: Bûyer ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin
Ajansa Nûçeyan "DHA"yê got çavkaniyên emniyetê dibêjin bûyer ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin.
24.00
Waliyê Stenbolê Vasip Şahin daxuyanî da: Sê çalakiyên întîxarî hatine kirin. Sê kesan bi ser xwe de bombe teqandiye. 28 kesî jiyana xwe ji dest daye. 60 birîndar hene.
23.45
Li gor agahiyên dawî: 10 kesî jiyana xwe ji dest daye. 6 jê bi giranî, li dor 60 birîndaran hene.
23:20
Wezîra Edaletê ya DYA'yê Loretta Lynch li ser teqîna li balafirgeha Stenbolê daxuyanî da. Lynch got ku li ser bûyerê em li benda hatina raporan in û em amade ne her cure alîkariya Tirkiyeyê bikin.
23.15
RTUK (Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê) li ser bûyerê biryara qedexeyê danî. Agahî heta cihek dê bê dayîn.
23.10
Balafirên ku dê van saetan li Balafirgeha Ataturk xwe daniya berê wan didin Balafirgeha Sabiha Gokçen. Balafirên ku dê rabana rêwîtiya wan hatiye betalkirin.
23.00
Tê gotin ku li dor 50 birîndar hene. Nexweşan dibin nexweşxaneyên li der û dora Bakirkoy. Kizilay bang kir ku mirov bên xwîn bidin. Dîsa got ku bila rêyên diçin balafirgehê bêne valakirin.
22.50
Tê gotin ku Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag li meclisê gotiye deh mirî hene. Bozdag lli meclisê gotiye, "Ji terorîstan yekî pêşî derdor daye ber guleyan, paşê xwe teqandiye."
22.45:
Rayedarek ji Balafirgeha Ataturk ragihand ku du teqîn, yek li otoparkê yek jî li aliyê "diş hatlar" (cihê çûyîna rêwiyên derveyî Tirkiyeyê) tu kesan çalakiya întîxarî pêk aniye.
22.35:
Rayedarek ji bo Reutersê got ku tu teqîn çêbûye, gelek birîndar hene. Ajans dibêje dema ji x-ray derbas dibû xwe teqandiye.
22.30:
Yek ji şahidên bûyerê Ercan Ceyhan ji bo CNNTurkê wisa got; "Pêşî 10 caran dengê çekan hat, dûre teqînek. Bi qasî 10-15 saniyeyan teqînek din çêbû. Min gelek birîndar dîtin. Ligel 20 ambûlansan bi texsiyê jî birîndar birin."
Saet 22.00
Vê êvarê li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê teqîn çêbû.
Bûyer li otoparka termînalê çêbû. DHA dibêje li cihê bûyerên bedenê bêrih hene. Nûçegîhanê Kanal 24 got ku li cihê ketina rêwiyan a ji bo derveyî Tirkiyeyê çêbûye.
Ketin û derketina balafirgehê hat girtin.