Diyarname
2'yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Cudî Nuh bi govendgerandina l iber Şaridariya Silopiyê dest pê kir.
Festîval îsal bi diruşma "Huner bi Cudî re Jiyanê Dibîne' tê lidar xistin. Piştî govend gerandina li ber şaredariyê di çarçoveya festîvalê de li Kuçeya Hunerê mala înternetê ya şaredariyê hate vekirin. Li Kuçeya Hunerê jî pêşengeha bi navê "Azadiya li pişt dîwaran" a ku ji wêneyên girtiyan pêk tê hate vekirin.
Îro xîma termîla Silopiyê jî bi beşdariya Mebûsa DTP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir, Şaredar Ahmet Kunur, Şaredara Qoserê Cîhan Sîncar, Şaredarê Nisêbînê Mehmet Tanhan û Şaredarê Kerboranê Suleyman Anit hate avêtin.
Di çarçoveya festîvalê de 10 hezar kes hatin cem hev û festîval dê heta 13'yê mehê bidome.


