Amed
Şaredariya Surê ji bo bîranîna xwendekarê kurd Şerzan Kurt ku li Muglayê hat kuştin, turnuvaya futbolê li dar dixe. Turnuva wê hefteya bê dest pê bike.
Xwendekarê kurd Şerzan Kurt li Mûglayê hatibû kuştin. Niha Şaredariya Sûra Amedê ji bo bîrîanîna wî tûrnûvayeke fûtbolê li dar dixe. Tûrnûva di navbera tîmên taxan û gundan de wê bê lîstin û 36 tîm beşdar dibin. Roja 9'ê mehê wê pişke ji bo tîman bê kişandin û di merasima pişkeyê de wê Cîgirê Şaredarê Surê Huseyîn Kaya, Endama Meclisa Şaredariyê Guler Şen, rêveberên BDP’ê yê navçeya Surê û endamên tîmên futbolê amade bin.


