Selmet Guler
Rojnivîska Fotografekê
Sal 1993, berbanga rojekê radibe ku leşkeran dora gund girtiye. Şivan û gavan li devereke leşker nahêlin çivîkên li ser darên tûyan ji ser guliyekê hilbifirin ser guliyeke din. Li dora gund wekî notirvanên keleheke asê xwe kirine pişta latan û berê lûleyên tifingên xwe bi paç û deriyên hewşan de dirêj kirine. Ji bo avrêjê jî nahêlin kes ji hindirûyê malên xwe bilebite. Bi roniya rojê re leşker ji binê latan derdikevin. Çeperast tifing li destan bi hinda malan de gav bi gav nêz dibin. Yek bi yek kesên gund ji malan derdixin, wekî keriyên pez bir bi bir wan didin ber xwe û ber bi rasteya binê gund ve diajon bêndera gund. Piştî gundiyan hemûyan li hev kom dikin serleşkerek derdikeve bilindahiya latekî bilind. Dest bi piştqûnê ve girêdayî, bi giraniyeke tirsek berê xwe bi wan ve dike. Bi dengekî hişk, bi liveke gij ji wan re dibêje “heya êvarê ji we re mohlet, kesê derkeve wê xwe xilas bike, kesê ma wê tevî xaniyê xwe bişewite”.
Bêyî li dû xwe binihêre Xalê Mihemed gundê zaroktiya xwe li dû xwe dihêle û tevî kulfetê malê berê xwe dide Amedê nav SÛR'ê. Di nav xizaniyeke dijwar de ji bo ku li ser ligan bimîne bi salan li ber xwe dide. Par di şerê xendekan de dîsa bi sariya devê rûyê tifingên leşkerên romê re rû bi rû dimîne Xalê Mihemed. Alavên xwe dide pişta xwe, derdikeve ji nava Sûrê bajarê ku bi dehan salan rayên xwe lê berdabûn erdê Xalê Mihemed.
Ji bo careke din ji ciyekî koçê ciyekî neke berê xwe dide gundê bav û kalan, warê zarokatiyê, ciyê xemla xeyalên xwe yên bihurî. Xalê Mihemed bi gundekî kavil re rû bi rû dimîne. Lê êdî devereke ku biçê û lê bimire nabîne. Kavilê xaniyê xwe yê şewitî û bi ser hev de hêvirî li gor hêza îxtiyariya xwe çêdike. Bi demê re jiyana xwe ber bi hev tîne. “Ev koça min a dawîn e, bêyî kuştina xwe bi saxî ji vir dernakevim êdî” dibêje û tevî çewalê piştê yê êmê bizinê berê xwe dide gund û çavan pê ve zur dike.
17.01.2017, Rojeva Medya
selmetberfin@hotmail.com