Diyarname
Serokwezîrê Îngilistanê Rishi Sunak biryara hilbijartina pêşwext da: Li gor biryarê roja 4'ê tîrmeha 2024'an wê hilbijartin lidar bikeve.
Li Îngilistanê roja 3'yê gulanê hilbijartina herêmî hebû; di hilbijartinê de Partiya Mihafezekar ku Sunak Serokê wê ye derbeyek mezin xwaribû. Di hilbijartinê de Partiya Karkeran bûye yekemîn. Partiya Karkeran sedî 44, Partiya Mihafezekar sedî 23 bi dest xistibû. Vê yekê bandor li hilbijartina Îngilistanê kir.
Li Îngilistanê 5 salan carek hilbijartin li dar dikeve. Hilbijartina dawî di berfanbara 2019'an de çêbûbû û Partiya Mihafezekar bûbû yekemin. Û di sala 2022'Yan de hikumet saz bûbû. Niha piştî hilbijartina herêmî hikumetê biryara hilbijartina pêşwext girt.
Di hilbijartinê de 650 mebûs têne hilbijartin ku ev mebûs di derxistina zagonan û sazkirina polîtîkayê de bandorker in. Mebûs ji bo Avam Kamarasi têne hilbijartin.
Edîtorê Polîtîkayê yê BBC Chris Mason dibêje ku Partiya Mihefezekar difikirî ku hilbijartin dereng çêbe dê zêdetir derbeyê bixwe loma bi pêş ve kişandiye.
Cîgirê Serokwezîr Oliver Dowden jî di nav de hin endamên partiyên wan dixwestin Serokwezîr hilbijartinê bi pêş ve bikişîne.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de Partiya Karkeran bi ser ket


