Ev e wêneyê rojê: 18 lîstikvan bûn 'Nakî'
Diyarname
Wêneyê rojê ji St. Pauli hat ku piþtgiriyek mezin dan lîstikvanê xwe yê berê Deniz Naki ku niha li Amed Sporê dixebite.
Der barê Denîz Nakî de li Tirkiyeyê doz hat vekirin û dozger dixwaze Nakî bi 5 sal cezayê hepsê bê cezakirin. Tîma St. Pauli ya Almanyayê ku di Bunresliagaya 2'yemîn de dilîze îro bi formaya "Nakî" derket sehayê.
St.Pauli ligel Werder Bremen ji bo lîstikek amadehî hatin ba hev. St. Pauli ji bo piþtgiriya Nakî bi formayên li ser "Nakî" nivîsandibû derket sehayê.
Di lîsteya 11 lîstikvanên derketin sehayê û lîstikvanên yêdek piþtî navê wan wekî paþnav yê hemûyan "Nakî" hat nivîsandin.