Di salên dawî de ji ber çêkirina bendav û HES'an, çand, dîrok û warên qedîm yek bi yek di bin avê de man û wêran bûn.
Li aliyê din jî li hember cihên ku bendav bên çêkirin polîtîkayên taybet tên meşandin. Hevserokê rêxistina DBP'ê ya navçeya Heskîfê Çetîn Kurtay diyar kir ku li hember Heskîfê polîtîkayên taybet tên meşandin û welatî neçar dimînin axa xwe difiroşin û navçeyê terk dikin.
Li Kurdistanê wêrankirina xwezayê, bi rêya bendav û HES'an tê kirin. Di dema desthilatdariya AKP'ê de bi sedan bendav û sedan HES hatin çêkirin. HES'ên li Tirkiyeyê tên çêkirin mîrateyên çandî, qadên jiyanê, xweşikbûnên xwezayî û geliyan yek bi yek tune dike. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî bendavan wiha gotibû: "Ez bendavan dişibînim karesata Hiroşîma û Nagazakiyê" û gelek caran hişyarî kiribû. Qirkirina aborî, bi qirkirinên çandî û ekolojiyê re di nava hev de, bi awayekî sîstematîk û bi plan tê meşandin. Li hemberî kurdan jî piştî sedsala 19'an bi awayekî sîstematîk hatiye meşandin. Komara Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de gelek qanûn derxistine. Aborî, rastiyek civakî ya ku herî kêm xistine bin bandora dewletê û herî kêm hatiye arizîkirin.
Heskîfê didin valakirin
Li navçeya Heskîfa Êlihê ku xwedî dîrokek mezin e û li cihanê wekî cihê herî kevnar tê nasîn, ji bo li ser Çemê Dîcleyê bendav û HES bên çêkirin bi rêbazên cuda Heskîf tê valakirin. Welatiyên ku li Heskîfê ji ber ku derfetên kar û xebatê hatinê tengkirin, ji aliyê aboriyê ve gelek zehmetiyan dijîn. Welatî tenê bi hatina tûrîstan tiştên kevn ên di dikanan de û çandina bahçeyan dikarin debara xwe bikin. Lê belê bi sedema "Ewlehiyê" çûn û hatina tûrîstan hatiye asteng kirin lewma çavkaniya debarê jî nema ye.
Hikumeta AKP'ê neçariya gel wekî firsend dît û demildest dest bi xapandinê kir. Xebatkarên ku ji bo keşfê bi rojan li gund û navenda Heskîfê mal bi mal geriyan bi gorî xanî, avahiyên mezin û bexçeyan maliyet nivîsandin û serê mal û daran nêzî 61-81 hezar pere dan welatiyan. Hikumeta AKP'ê bi vê nêzikatiyê dixwest bi rengeke ku 'Welatiyan bi dildarî ji Heskîfê derketine nîşand bide û Heskîf vala bike. Her ciqas heya niha tu mal ji Heskîfê derneketibe jî nîştecihên Heskîfê di wê baweriyê de ne ku Heskîf di pêşerojê de dê bê vala kirin.
Heskîf dîroka cîhanê ye
Hevserokê rêxistina DBP'ê ya navçeya Heskîfê Çetîn Kurtay diyar kir ku eger derfetên kar û xebatê li Heskîfê hebûya, welatiyan Heskîfa dîrokî û bîranînên xwe bi pereyan nedifirotin. Kurtay anî ziman ku bi salan e dewlet li dijî Heskîfê serî li rêbazên qirêj dide, bi zanebûn welatiyan xizan dihêle û wan neçar dike. Kurtay li ser çêkirina bendav û HES'ên li ser Çemê Dîcleyê tên çêkirin jî rawestiya û destnîşan kir ku nêzikatiyên hikumeta AKP'ê hişmendiya tune kirinê ye. Kurtay ji bo xwedîderketina Heskîfê bang li hemû gelan kir.
Esnafê bi navê Esat Îpek ku malbata wî jî mala xwe firotiye dewletê diyar kir ku ji ber neçariya xwe malên xwe firotine û dê ji Heskîfê bi dilekî şikestî dûr bikevin.
Welatiyê bi navê A. Kerîm Argin jî got ku dewleta tirk bi salan e welatiyên Heskîfê bi her awayî neçar dihêle, ji ber vê yekê jî welatî dev ji erka xwe ber didin û diçin.
Keyayê taxa Sûrê ya Heskifê ya berê Îsmaîl Alp jî anî ziman ku bi salan e li dijî ev polîtîkayên li ser Heskîfê tên kirin têkoşiyan e û ji ber vê yekê tu baweriya wan ji dewletê nemaye.
DÎHA