Luqman Guldivê
Pêncşema li pêşiya me 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê ye. Ev roja ku mîrasa berxwedaneke li dijî ferzkirina zimanekî fermî (yê Pakistana hingê), Bengaliyan beramberî berdêla canê gelek xwendekaran ji me re hiştiye. Ez ê behsa wê rojê nekim, lê behsa ziman û zimanê dayikê bikim. Ziman tiştekî fena endamekî bedena mirov nîne. Ew destpêka afirandinê ye. Ango maneya tiştan bi ziman çêdibe, pê diguhere, pê tê muzakere kirin û maneyên peyv û metnan bi vî rengî her dibedilin. Ango beriya endamên mirovan divê ziman hebe, heta ku ew manedar û heyî bibin.
Kurmancî, Kirmanckî yên li Bakurê Kurdistanê tên peyivîn jî helbet heyî dikin. Heyîkirin û pêvajoya manedarkirina peyvan û metnan, ne kêliyek, çend kêlî yan jî gelek kêlî ne; ew sereqet û misêwa ne. Ji ber wê yekê jî rabihuriya ziman di manedarkirina ferd û civakan de û di rengê hebûna wan, ya rasttir di rengê heyîbûna wan de jî xwedî dewreke sereke ne. Ango bêyî vê pêvajoya misêwa û bi muzakerekirina maneyan jî sereqet, em nikarin zimanekî, ferdên bi wî zimanê dipeyivin û civakên wî zimanî fêm bike. Mesela, gava rehmetiyê Bedranê Mala Alê di performansa xwe ya li ber kemaçê de şerê Cembeliyê Mîrê Hekariya û Binevşa Narîn van gotinên li jêr dibêje, bê vê xisûsê, heyîbûna Bedran bixwe, ya şerê wî, ya guhdarên wî û ya metna wî bixwe wê kêm be, belkî wê tine be:
Heçî hespê şê, hespekî belê hukmî betal e,
Mehîneke mihîn di bin Kor Ehmed Axa de her çar roja li teleb e, li vala,
Hêhêy îro dilê mi hatî dilekî heyhê de!
Sedeqî ji navê rebbê ‘alemê go ji rengê xwedê de
Ma ne vî heywanî hespê şê hirênekî dabû vê heywana Ehmedê kor, rihê xwe jê
bir, paşê xwe da qûneqûn e, ber pê hatî nava êlê de
…
Metna li jor ji her maneyê wê şûştî be, heger ferhengek li metnê binihêre. Lewma ferheng ji wan aliyên zindî, sereqet û misêwa yên ziman şûştî ye. Çawa dibêjin, “ev şal ji te baz dide”, ev metn jî bi wî rengî derî peywenda xwe ya zimanî wê ji maneyê (maneya xwe) baz bide. Ji ber wê jî meseleyeke heyatî ye, heta ya man û nemanêye ku ziman di peywenda xwe ya misêwa de karibe xwe biparêze, maneyên xwe her ji nû ve çêke di encama manebarkirin, muzakerekirina maneyên nû ya sereqet û misêwa de.
Çima meseleya man û nemanê ye? Bi awayekî besît îfade bikim; gava asîmîlasyonek diçe serî, ya diqewime ku heyîn, heyîbûneke civakî (û gelekên ferdî) tine dibin. Ew awayê manedarkirinê êdî wê nebe. Ew civak, ew ferd êdî nînin, hinekên din hene. Yanî, berxwedana ji bo ziman, berxwedana ji bo parastina hebûnê ye, bê mubalexe şerê man û nemanê ye.
Ji ber wê divê em ji bo teradeke man û nemanê hazir bin, her zarokan em di peywendeke Kurmancî, Kirmanckî de mezin dikin, her gotin, hevok û metna ku di jiyana rojane de em bi kar tînin, di vê teradê de sîleh in ku me xwe bi wan bi gurçûpêç kiriye. Bi gotinên Bedranê Mala Alê behsa terada Ehmedê Mitirb û Ehmedê Kor dike, ez bala wê bikişînim ser vî şerê man û nemanê:
… Wa xweşmêra, lo sêla tenê, xwe bezandin,
Lo zel bar kirin, tilî tê çibr û lev pêl kirin,
Erê çefîyek hestuwê hevde lo sist dikirin,
Hê nûka bi riyama benê kadê huta,
Herdû xweşmêra lo li ber hevdû da,
Heta fecerê sibê, lo gir kiriye,
Ehmedê mitirb, lo xeyîdiye,
Erê Bozê Bikêlebo tirsandiye,
Dora Ehmedê bi nîv çavî bûye lo şerqa çiya,
Siphaniyekê lo li banî ye!
Erê hê nûka bijgul ji Ehmedê korê bi nîv çavî sitandiye,
Ewî bi kemberbestawî girt û li çaqê Zîndelo hildaniye,
Neqeba xwe û Zîndelo nû daniye,
Anî li ber Faris Begê kire hediye, lo diyarî ye,
Erê hê nûka dibê li ber Faris Begê kire hediye û diyarî ye…
Divê em karibin dijminê zimanê xwe, di navbera xwe û Zîndelo (navê hespê yekî xweşmêran e) de daynin. Em karibinê em ê hebin, em nikaribinê, em ê tine bin.
18.02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka