Diyarname
Pêşbaziya Stranan a Eurovision îsal dê 14'ê gulanê dest pê bike û 18'ê gulanê bi dawî bibe. Îsal li Tel Avîva Îsraîlê pêşbazî dê li dar bikeve. Ji bo hunermend Madonna di merasima pêşbaziya Eurovisionê de derkeve ser dikê û bistrê tam mîlyon dolarekî pêşniyarê Madonna kir.
Malpereke bi navê Ynet ku li Îsraîlê weşanê dike ev îdîa weşandr. Li gor îdîaya malperê mîlyarderekî ji Kanadayê yê bi navê Sylvan Adams ji Madonna xwestiye derkeve ser dikê û beramberê wê dê mîlyon dolarekî bigire.
Sylvan Adams kesekî ye ku bi xebatên çand û sportîf ên ku li Îsraîlê li dar dixe tê nasîn. Şirîkê Adams ji bo malperê axiviye û diyar kiriye ku Adams ji bo dewleta Îsraîlê navdar bibe di warê spor û çandî de dixebite, difikire ku Modanna dema derkeve ser dikê dê gelek kes bixwazin bên serdana welat.
Heta niha Madonna tu bersivek nedaye ku dê qebûl bike yan na.
Îsraîlê pêşî xwestibû Eurovisionê li Qudsê li dar bixe lê piştî bertekan biryar guhart û biryar da ku li Tel Avîvê li dar bixe.