Diyarname
Kovara Dilop bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê hejmara xwe ya 6'an a rêbendan-reşemiyê pêşkêşî xwendevanan kir û bi vê yekê sala xwe jî temam kir.
Ekîncî li ser kurdan axiviyeKovarê di vê hejmarê de dosya amade nekiriye lê ji dêvla wê ve hevpeyvîneke dirêj û bi qet kiriye. Hevpeyvîn ligel rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî ku niha dikeve 93 saliya xwe hatiye çêkirin. Di hevpeyvîna dirêj de hema bêje Ekîncî qala serdema Komara Tirkiyeyê heta niha û xalê balkêş ên rewşa kurdan kiriye. Ew dibêje ku demokrasî ji bo kurdan meseleya hebûn û tunebûnê ye. Her wiha gelek wêneyên wî yên ji serdemên cuda jî ligel hevpeyvînê hatine weşandin.
Dengek dîrokî: Elmas El Kurdî
Ji nivîsên kurdî Zeyneb Yaş bi sernavê "Dayika Muzîka Kurdî: Elmas El Kurdî" gotara xwe pêşkêş kiriye. Elmas El Kurdî ku li Bexdayê karê muzîka kurdî kiriye deriyên xwe ji bo gelek hunermendên kurd yên wê demê vekiriye. Yaş bi vê nivîsê ew carek din bibîr aniye û derxistiye pêşberî muzîkhezar.
Reşo Ronahî nivîsek balkêş nivîsiye: "Termolojiya Bebikan". Di vê nivîsê de Ronahî dengên ku zarok derdixin, peyvên bikar tînin girtiye dest û wateya wan daye, bi vê yekê gihîştiye termolojiya zarokan.
Çîdem Baran jî bi navê "Li ser şevê, heyvê û lêgerînê" li ser tabloyên nû yên wênesaz Fewzî Bîlge nivîsek nivîsandiye.
Di beşa 'Keyr û tûr' de vê mehê Teyrê Tawis hatiye nasandin
Yên ked dane kovarê
Her wiha di vê hejmarê de Vedat Îlbey, M.Ender Ondeş, Ruşen Takva, Tahir Şîlkan, Îsmaîl Dîndar, Adem Şenturk, Selîm Temo, Mehmet Oncu, Recep Maraşli, Mehmet Bayrak, Mehmet Çelîk, Ulku Bîngol, Enver Ozkahraman, Bariş Avşar bi nivîsên xwe; Eyşana Beravî, Melayê Bateyî, Furûx Feroxzad (Werger Muhsin Ozdemîr), Qedrî Sipranî, Rizgar Elegez, Îlhamî Sîdar jî bi helbestên xwe cih girtiye.
Ji bo têkilî: dilopdergisi@gmail.com
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
******
REKLAM
Daweta we heye û vexwendename lazim e? Fermo, ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan: Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul,
Telefon: 0212 -6266455, E-mail: info@davetiyeonline.net


