Piþtî Ehmedê Xanî XELÎFE ÛSIV tê
Diyarname
Roja 19’ê vê mehê li Kurt-Kavê, Zeynelabidin Zinar li ser Xelîfe Ûsiv semînerek da. Zeynelabidin Zinar ku li ser Xelîfe Ûsiv (1885-1965) lêkolîneke berfireh kiribû dibêje, “Di warê xebata ji bo kurdî de yekemîn Ehmedî Xanî ye, yê duyemîn jî Xelîfe Ûsiv e. Xelîfe Ûsiv di salên 1940’î de, di dema ku pirtûkên bi kurdî qedexe bûn 11 pirtûkên bi kurdî nivîsîn, çap kirin lê ji ber Kemalîzmê navê xwe yê rastîn li ser wan nenivîsî.”
Di heman demê de Zinar ji çapemeniya kurdî gazin dikir ku heta niha cih nedaye Xelîfe Ûsiv û ew nehatiye nasîn. Piþtî semînerê Zeynelabidin Zinar gotara xwe ya li ser Xelîfe Ûsiv ku pêþkêþ kir da me û em bêyî destê xwe bidin gotarê wê radigihînin xwendevanên xwe. Fermo gotara Zinar:
***
Xelîfe Ûsiv (1885-1965)
Zeynelabidin Zinar
Yek ji lehengên Medreseya Kurdî, Xelîfe Ûsiv e. Çendî ku jiyana wî pirreng bihuriye jî, lê mixabin ev lehengê ku di wan demên reþ û tarî de, 12 berhem bi zimanbê kurdî nivîsîne, zêde bi Raya Giþtî ya Kurd nehatiye naskirin.
Tenê ew di nava peyrewên Medreseya Kurdî de hinekî hatiye naskirin. Lê belê pirtûka wî ya bi navê Îrþad-ul Îbad, herwekî Mewlûda KUrmancî, bi awayekî pir zêde hatiye naskirin. Lewra her kes ji vê pirtûka zagona olî re re dibêje: Îrþad-ul Îbad a Kurmancî.
Me li jorê got ku Xelîfe Ûsiv ji aliyê Medyaya Kurdî ve zêde nehatiye naskirin. Tenê kovana NÛBIHARê ku li Stenbolê tê weþandin, di sala 2003an de, hejmar 89, 35 rûpel li ser Xelîfe Ûsiv nivîsiye.
Kesên ku li serê nivîsîne jî ev in: Elî Qeredeniz, Silêman Çewîk, Mele Seîd Girdarî, Dr. Nacî Qutlay û Ebdusselam Bêcirmanî.
Xelîfe Ûsiv di 1885an de li gundek bi navê Zengezorê hatiye dinyayê. Ev gund niha girêdayê bi Bazîda Ehmedê Xanî ve ye. Û di Nehê Sibata 1965an de jî, li gundê Çalîxana Tacdo, roja sêþemê, saet 2yê þevê, di 80 saliya xwe de, çûye ber dilovaniya Xwedayê mezin.
Niha li Çalixanê mizgeftek bi navê Xelîfe Ûsiv jî heye. Gora Xelîfe jî, li kêleka wê mizgeftê dimîne.
Navê Xelîfe ê rast, Yûsuf Topçûoglu bûye. Lê belê di hin belgeytan de paþnavê wî tenê Topçû yan Topçûzade hatiye bikaranîn.
Bavê Xelîfe, Þerîf Axa, serleþkerê topê yê Seraya Îshaq Paþa bûye. Ji ber hindê ye ku paþnavê vî nivîskar û hozanvanê Sedsala Bîstî, bûye Topçû yan Topçuoglu. Xanima diya Xelîfe jî, ji gundê Korima Bazîdê bûye.
XWENDINA YÛSUF
Yûsif Topçû pêþî, li ba Mele Ehmedê gundê xwe, dev bi xwendinê kiriye. Piþtre çûye li ba Þêxê Mihemedê Celalî xwendiye.
Yûsif Topçû di Þerê Yekemîn ê cîhanê de, ji Bazîdê koç kiriye û çûye Sêrtê, li ba Mele Hamidê kurê Mele Xelîlê Sêrtî Zanista Feraizê xwendiye.
Piþtî demekê, Yûsif Topçû ji wirê çûye Cirîza Botanê û li gundê Hedîlê meletî kiriye.
Seydayê wî Hamidê gorbihiþt, nameyek jê re di 25 03 1333ên Romî de, hinartiye.
Wê demê Þêx Seydayê Cizîrî nameyek ji Yusuf Topçû re hinartiye û xitaba ku jê re kiriye weha ye: Birayê min ê xwedî ewsafê xweþ û pak Þêx Yûsif…
Yûsuf Topçû, du car xelîfetiya Rêçika Nexþebendî wergirtiye:
1- Cara Pêþî: Di 25ê Remezana 1923an de, Xelîfetiya Nexþebendî ji Þêx Muhemed Nûrîyê Dêrþewî wergirtiye.
(Biner Tuhfetulixwan rûpel: 96, silsila rêçikê ku dawî navê Xelîfe Ûsiv e)
2- Cara Duyemîn: Yûsuf Topçû Xelîfetiya Nexþebendî di sala 1932an de ji Þêx Îbrahîm Heqî yê Basretê wergirtiye.
(Biner Tuhfetulixwan rûpel: 97, silsila rêçikê ku dawî navê Xelîfe Ûsiv e)
- Herweha Þêx Îbrahîm Heqî yê Basretê rewa dîtiye û cara duyem jî destûra Xelîfetiya Nexþebendî daye Xelîfe Ûsiv.
Piþtî ku Yûsuf Topçû sê carên cuda xelîfetî wergirtiye, îcar bi Nasnavê Xelîfe hatiye naskirin û jê re Xelîfe Yûsiv hatiye gotin.
Dema ku Xelîfe Ûsiv li Cizîrê bûye, bi xûta ku here serdana gora Þêx Evdilqadirê Gêlanî, carekê çûye Bexdadê jî.
Dema ew li Bexdadê bûye, ji ber zanîna wî ya zêdetir di zanistiyê de, Þêx Ehmed Þerafedîn El Qadirî jê re heyran maye û bi awayekî rewa, di meha þewalê sal 1341ê koçê de Xelîfetiya Qadirî jî dayê.
(Biner Tuhfetulixwan, rûpel: 95, silsila rêçika Qadirî ku dawî navê Xelîfe Ûsiv e)
Tê gotin ku Xelîfe Ûsiv, dema terîqet belav dikir, li gor Rêçika Nexþebendî diliviya.
Lê wî bi xwe dema emel dikir, li gor Terîqeta Qadirî diliviya.
Diyar e ku emelkirina Nexþebendiyan bi nihênî çêdibe û ya Qadiriyan jî, eþkere tê kirin.
Fatma xanima jina Xelîfe Ûsiv, ji gundê Zengezorê keça Ebdurezaq bûye. Sê kur û sê keçên Xelîfe Ûsiv hene. Kurê wî Þêx Mistefa çûye ber dilovaniya Xwedê, Þêx Mihemedê Mezin û Mihemed Nûrî li jiyanê ne, temenekî dirêj bo wan zatan ji Xwedayê mezin dixwazim.
………………
Tê gotin ku Xelîfe Ûsiv jî, wek Mele Seîdê Kurdî, hertin diçû serdana gora Ehmedê Xanî û bi saetan rûniþtî dima. Bêguman wî bi van serdanên xwe, ilhameke mezin ji Ehmedê Xanî wergirtiye. Ji ber hindê ye ku ew bûye evîndarê zimanê kurdî.
MEDRESEYA XELÎFE ÛSIV
Ev lehengê Zimanê Kurdî û peyrewê doza Ehmedê Xanî, herweha xwediyê sê destûrnameyên xelîfetiyê, bi serê xwe ekolek bûye di Zimanê Kurdî de.
- Ji ber ku di salên 40 û 50 de, Kurd, kurdî û hemû heyînên kurdewariyê ji aliyê leþkerên komara Tirkiyê ve hatibûne fetisandin. Xelîfe Ûsiv jî bizav kiriye û bi lehengwarî dest bi nivîsandina zimanê kurdî kiriye û yazdeh kitêb nivîsîne.
Herweha Xelîfe Ûsiv dema li kurê bi chi bûye, medre ava kiriye û þagird li xwe civandine. Bi dana dersan re, þagirdên xwe fêrî nivîsandina Zimanê Kurdî kiriye. Ji þagirdan zêdetir, Xelîfeyê gorbihgiþt, li pey þivan û gavanan geriyaye, ew anîne Medreseyê û nivîsandina Kurdî hoyê wan kiriye.
Çewa ku ji helbestên Xelîfe Ûsiv jî tê zanîn, wî daye ser riya Ehmedê xanî. Di helbesteka derheq pirtûka xwe de weha gotiye:
Ger bêjin kurmancî ye, ne fesîh û letîf e
Haþa! Xalis me´nayê Þer´a Þerîf e
Herweha Mele Ebdullahê torinê Xelîfe Ûsiv jî, di Newroza 2011an de nameyek û çend kitêbên bapîrê xwe, ji min re hinartine û agahdarî li serê daye min. Ez spasiyên xwe ji virê diþînim Bazîdê û pêþkêþê cenabê Mele Ebdulahî dikim. (BELGE 7)
Xelîfe Ûsiv çewa ku evîndarê Zimanê Kurdî bûye, herwisa ew evîndarê perestinvaniya Îlahî bûye jî. Ji ber hindî wî 40 sal ji temenê xwe bi girtina rojiya sunet û bi þevan jî bi kirina nimêjan bihurandiye.
Yanî 40 sal bi rojan rojî girtiye û bi þevan jî nimêj kiriye.
Xelîfe Ûsiv dema kitêbên xwe nivîsiye, hertim riayeta belgeyan kiriye, di meseleyên olî de yan Ayeteke Qurana Pîroz, yan jî Hedîseka cenabê Pêxember nîþan daye.
Xelîfe Ûsiv di sala 1962,63an de dema kitêbên xwe dane çapkirin, ji tirsa dewletê navê xwe yê rast li ser wan nenivîsiye. Navekî weha nivîsiye: Ebdullah Bin Muhemmed En Neqþebendsî, el Qadirî:
12 Kitêbên Xelîfe Ûsiv Ev in Li Jêrê:
1- Tuhfet-ul Amilîn: Fiqha Islamê ye, 363 rûpel e, sala 1326 Koçê (1913-14) li Þamê li çapxaneya Teraqîyê çap bûye.
Dema ev kitên çap bûye, jiyê Xelîfe 29 sal bûye.
2- Tuhfet-ul Îxwan: Fiqha Islamê ye, bi zimanê erebî ye, 140 rûpel e, di 1996an de bi zimanê tirkî û erebî, li Stenbolê ji aliyê weþanxaneya Þûra Yayinlariyê ve hatiye weþandin.
- Hin sernavê vê pirtûkê bi kurdî ne, hin bi tirkî ne, lê piraniya naverokê bi zimanê erebî ye.
Li ser rûpela pêþî ev çend malik helbest hene:
Efû ke gunahê min rûsiyah
Bi lutf û bi rehma xwe ey Padîþah
Þefaetçî ke ji bo minê bênewa
Hebîbê te kir xatemê enbiya
Ji bo cumle mexlûq her ew þefaetçî ye
Te ew rehmet ji bo alem þandiye
Ew hebîbê te eflakî ji bo çêkirî
Bi cahê wî azad ke me ji agirî
Bê hed û hisab her selat û selam
Li ser wî û al û eshaba temam.
Li rûpela 128 jî ev çend malik nivîsîne:
Lê nezer ke ew çi leyla ye
Wekî bedrê þûle daye
Ji sed derda ra ew dewa ye
Çêtir e ji dermanê Luqman e
Sed Luqman û sed Eflatûn
Hatine dinyayê û ew çûn
Ewan nizanîn ev me´cûn
Ji elema ra bikin þîfa ye
Ew derman xayet biha
Daye Seyîdê Enbiya
Pê þîfa ye cirhê ´assiya
Temamê wê wehy û Quran e
Ji Lewhê Mehfûzê Ehed
Wî þandiye ji bo Ehmed
Pê þîfa bin elem û derd
Temamê wê wehy û Quran e
Evê dewaê Ehmedî
Vê merhema Muhemedî
Xuda layiq ji bo me dî
Temamê wê wehy û Quran e
Wî ji esmana þande xar
Li ser wî hebîbê Muxtar
Da ins û cin xilas bin ji nar
Temamê wê wehy û Quran e.
Xelîfe Ûsiv ev çend malikên hanê jî bi tirkî û erebî û kurdî (wek Ehmedê Xanî) nivîsiye:
Alimlere wacib îken, men´ eylemek bid´etlerî
La reybe fî þurbîd-duxanî semme qetîl
Yese´ûne fî þurbîd-duxanî, we îstehsen husnurridaî
Niçun buna raxib, pîr û sebî, mîr û geda?
Def´î erzî bu dir deyup, için meridî el lewbi el lewr (Biner 128)
Isme´ kelamî ya exî, la teleb minha eþþîfaî
3- Îrþad-ul Îbad a Kurmancî: Nivîsa wê pexþan e, Fiqha zagona olî ye, 320 rûpel e, tê de 2000 meseleyên olî hene. Xelîfe bi helbestekî weha gotiye:
Lewra ji Þer´ê heye tê da du hizar mesail
Yê xwendî ji terîqa musteqîm nabitin mail
Ev pirtrûk di 1960î de li Enqerê çap bûye. (BELGE 8)
Li gor agahdariya ku Mele Ebdullahê torinê Xelêfe Ûsiv daye min: Ev pirtûk li bajarê Ormiyê ji aliyê rêzdar Taha Husyn ve wergeraye zimanê farisî. Navê wê jî daniye Mecmeul Mesail.
(Mecmeul Mesail niþan bide)
4- Mecmeû´ ul Mesailîþ-Þer´îye Bi Lîsanê Kurdiye: Ev pirtûk pexþan, Fiqha olî ye, bi piranî li ser perestiniyê hatiye nivîsandin, 795 rûpel e û tê de 46 babet hene. Di sala 2010an de li Stenbolê ji aliyê weþanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin.
(Di rûpela 75an de weha dibêje: Tu bizan, çermê heywanê me´kûlê mirarbûyî, hem yê heywanê xeyrê me´kûl wekî niha ker û qatir, gur û þêr û xeyrê wan, mesela ji xeyrê kelb û xinzîrî û firû´ê wan, bi debaxgirtinê tahir dibin, nekû pirça wan. Lakin efû heye ji qelîlê pirçê ku dimîne li ser cildê…
5- Tuhfetus-Sebîyan: (Diyariya Zarokan)
Ev kitêba bi kurdî û pexþan, ji bo zarûkan wek diyarî hatiye nivîsandin. Tê de 44 babet hene û di 2008an de jî li Stenbolê ji aliyê weþanxaneya Nûbiharê ve çap bûye.
Xelîfe Ûsiv di dawîyê de bi helbestkî malikek weha nivîsiye:
Ey xwendiya! li min nekin lewm û îtab
Ger çi pir sehw û eyb e, ev kitab
Hûn dirist û teshîh bidêrin xweþcewab
Ji lutf û kerema xwe wellahu e´lemu bissewab.
6- Tuhfet-uz Zakirîn: Ev kitêba bi kurdî, pexþan e, tê de 44 babet hene û di 1963an de li Enqerê çap bûye.
- Ev pirtûk, bi erebî û kurdî hatiye nivîsandin.
- Cara pêþî di 1963an de li Enqerê çap bûye.
Li þûna navê Xelîfe Ûsiv, ji tirsa dewletê, navê Ebdullah Ibnu Mewhmûd Neqþebendî hatiye nivîsandin.
Kitêb heta rûpela 112 bi herfên makînê, lê ji 113 heta dawiyê bi qelekê hatiye nivîsandin û her wisa jî çap bûye.
(Nivîsa destxetê Xelîfe Ûsiv ya vê pirtûkê, niha li ba torinê wî Mele Ebdulah dimîne)Helbesta li ser bergê Tuhfet-ul Ixwanê, li ser bergê vê pirtûkê jî hatiye nivîsandin. Ew jî ev in:
Ger tewfîq neda qeyûmê Qadir
Yek zere taet ji kes nebûya sadir
Eger tewfîqa xeyrê nebûya ji Barî
Yek zere qebcî ji dest nedibû carî
Efû ke gunahê min rûsiyah
Bi lutf û bi rehma xwo ey Padîþah!
Þefaetçî ke ji bo minê bênewa
Hebîbê te kir xatemê enbiya
Ji bo cumle nexlûq her ew þefaetçî ye
Te ew rehmet ji bo alem þandiye
Ew hebîbê te eflak ji bo çêkirî
Bi cahê wî azad ke, me ji agirî
Bê hed ê hisab her selat û selam
Li ser wî û al û eshaba temam.
- Çapa Duyemîn, di sala 2000î de li Stenbolê, ji aliyê weþanxaneya HÎRAyê ve hatiye çapkirin. Weþanxaneyê, li meseleyeyên bi zimanê erebî û kurdî, zimanê tirkî jî zêde kiriye. Tirkiya wê ji aliyê Mihemed Can ve hatiye nivîsandin.
Ev nusxe 416 rûpel e.
7- Meratiba Hîsabê: Ev pirtûkok matematîk e, wek kitêb nehatiye çapkirin. Lê Weþanxaneya Nûbiharê ew di nava rûpelên xwe hejmara 89an de, 2003, (27-35 rûpel) li Stenbolê weþandiye. (BELGE Kitêba Hisabê, NÎÞAN BIDE)
8- Feraiz: Ev berhem, pexþan e, dabeþkirina mîratê li mîratxuran dike, di 1961ê de li Enqerê çap bûye û 56 rûpel e.
Navê Xelîfe Ûsiv bi tîpan û bi Hesabê Ebcedê jî wek reqem 156, hatiye nivîsandin. Kes ji vî navî fêm nake, lê wek navê nivîskar, çewa li ser hin kitêbên wî yên din jî heye, Ebdullah Inbu Mewhmûd Nexþebendî hatiye nivîsandin.
Li ser bergê wê çend malik helbest weha hatine nivîsandin:
Ey ummîyê ku hûn erebî nizanin
Ji we ra mizgînî ye ger hûn bizanin
Kesê wê bixwûne ji pîr û cana
Wê bibe feqîhekî xebîr û zana
Bi tewfîwa Xelaqê erd û asîmana
Bi cahê þefîê cumle ins û cana
Sed hizar selat û selam her zemana
Li ser wî û al û eshaba her weqt û hîn û ana.
Rûpela 56an jî tev helbest e. Ev e çend xane li jêrê:
Ey kesê ku hûn ummî û nezan in
Ihsanek ji Xudê ger hûn bizanin
Gerçî ne muhtacê wê ne alim û zana
Lakin zanîna wê ferz e ji bo cahil û nezana
Bi ilmê fexr neke ey kesê alim û zana
Fexr ew e tedbîr bikin ji bo cahil û nezana
Wan hiþyar bikin heta dînê xwe naskin
Ji cehl û delaletê ewan xilas kin
Eger xwendiyê ku nav mela ne
Bi eceb tekebbur ew mubtela ne
Bi te´n û istihza û bihana
Men´ dikin ji te´elumê cahil û nezana
Ewê digel ilm bimrin herin fenayê
Wan ehl û etba´ê ummî dê bimînin li dunyayê
Ger te divê riya dînê xwe bizanî
Bi sehl, bê mesref bi terzek erzanî
Ewel bixwîne Qurana ´ezîm ji ezber
Paþî wê Irþad-ul Îbadê çendî jiber
Terîqa Heq wê ji te ra xuya be
Çi ta´etê bikî wê meqbûlê Xuda be
Ne Irþad-ul Îbadet, belkî ew dewa ye
Ji bo mereza cehlê eceb þîfa ye
Lewra ji Þer´ê heye tê da du hizar mesail
Yê xwendî ji terîqa musteqîm nabitin mail
Kurmancî ye, þêrîntir e ji þekir
Xweziya bi wî kesî ku zanî hem jî jiber kir
Çi kesê qenc bixwîne, lê nezer ke
Ewê helal û heram ji hevdu ferq ke
Paþê huba zanînê li wî eser ke
Erkanê wuddû û xeslê temam jiber ke
Hem wê erkanê sinet, nimêja mubarek
Wê bizane azan, îqamet, tesbîha bicarek
Wê bizane nimêja cemaet, herdu îda
Wê di xesl û nimêja meyita da bibe alim û seyda
Hem wê bizane ferza zekat û sewmê
Paþê laiq e bibe îmamê qewmê
Hem wê bizane erkan û adabê nîkahê
Xwedê bide wî necat û fewz û hem felahê
Hem wê bizane halê ddehiye w ´eqîqeta sebiyan
Cenet meskenê wî be di nêv hûr û xilman
Hem wê bizane yê helal û enwa´ê heywana
Ji ekla heram men´ bike cahil û nezana
Eger mesailê wê temam qenc bizane
Heq e ku ew alim e, ne cahil û nezan e
Lewra ferman kiriye Hezretê Pêxember
Þefî´ê assiya, roja Qiyam û Mehþer
Ji weqta piçûkî der zemanê mehd
Heta qebrê kesba emel bikin bi lez û cehd
Ger bêjin Kurmancî ye, ne fesîh û letîf e
Haþa! Xalis me´nayê Þer´a Þerîf e
Ji þer´ê qet meqsed fesahet nine
Belkî emel û silûka terîqa dîn e
Ger hûn qebûl bikin ya Heq weha ye
Wene, cewher li sûka beqala bê biha ye
Ji bo mu´anida faîde ew e, negotin
Li sûka mirîþka deve nayê firotin.
9- Teqrîz: (Rexne/Medhiye) Ev pirtûk xwerû helbest e, kêþana wê serbest e, tê de wekheviya kiteyan tune, lê belê qafiya her xaneyekê yek e û li ser babetên cuda cuda hatiye nivîsandin. Bi piranî helbestên wê rexne ne. Tê de 12 babet hene. Di 1961ê de li Enqerê hatiye çapkirin. Navê nivîskarî jî bi awayekî eþkere wek ”Yusuf Topçu oglu” li serê hatiye nivîsandin.
Xelîfe Ûsiv bi tundî li dij nezanînê derketiye û xelkê dehfandiye ku ew bixwînin û xwe fêrî nivîsandina bi zimanê kurdî jî bikin.
Çend helbest ev in li jêrêr:
Ji ewel kesî nediye heta evî zemanî
Bi vê tertîbê, xasma bi vî lîsanî
Lîsanê kurmancî çil bav û kalan
Hêj nizanî bi xwendina mah þû salan
Kelbê kûtxwur bi kêr þivanî nayê
Cahilek nezan î, Xwedê nedayê
Ey cahilê malxirab ê wêran!
Neke de´wa meydana piling û þêran
Tu ku ehmeq î, lîsanê abaê xwe nizanî
Þerm û heya bike, tu kêmrtirê ji san î
…..
Guh nede wî cahilî, wî bêedebî
Ku dibêje ”ilm nîne ji xeyr erebî”
Lewra DÎN îbaretê ji me´nan e
Ne ku bi kelîmet û lefz û hirûfan e
Nebêje Yûsif xudan´eyb û natemîz e
Qewlê wî ne meqbûl û ezîz e
Nizanî tu, hingiv ji bo mereza dewa ye
Gerçi ji mêþek denî bê beha ye
Xarina wî lezîz e, gelek þêrîn e
Nebêje kevçik dar e, weya zêrîn e?
……………
Lîsanê kurmancî egerçî naþirîn e
Lakin di benda me´nayê de þekirîn e
Gerçi ew darek kêmbiha ye
Lakin semerê wê Þer´a Mustefa ye
Lazim e ji wî semerî nebî tu xafil
Gerçi tu yî xwedanê idrak û aqil
Kesê ku weha fêm neke, ew nezan e
Ew ne insan e, kerekî xwedanpalan e
Kerê reþ ji wî çêtir bizane
Kerê guhbiçûk e, ne wekî keran e
Ji serî veke pêç û emamet
Xwedê nedaye wî bext û seadet
………….
DEHEQ XEYBÊ DE WEHA GOTIYE:
Ey kesê xeybî, tu ne guhdirêj î!
Ma tu fetwa ji xelqê ra bi erebî dibêjî?
Ya tu fehm dikî ji hirûfê erebî bi qencî?
Paþê ji wan ra teqrîr dikî bi kurmancî!
…….
Xweziya weqta tu wan dikî itirazê
Ez jî hazir bibûma wê weqt û lehzê
Ewan bidiya ji min ecaib icabet
Heta qiyamet bibûna þermî, xicalet
Meger kor î, bi kurmancî nizanî
Çend kitêb gotine Ehmedê Xanî
Yûsif û Zuleyxa, Memozîn
Nûbihara fesîh bi elfazê þekirîn
……..
BÊBIHATIYA KURDÎ
Kêmqîmet e, semen erzan e
Kurmancî ye, her kes dizane
Tu qedrê kitaba xwe qenc bizane
Nebê ”kurmancî ye, kes qedrê wê nizane”
………….
Ji bo zanayên çikûz jî weha gotiye:
Ew ê digel ilmê xwo bimrin herin fenayê
Ehl û etba´ê wan ummî dimînin li dinyayê
Nizanin ji bo wan bikin tedbîr û çara
Dihêlin ewan ummî wekî esîr û jara
Fexrê dikin bi ilmê aba û ecdadê xwe
Agah nînin ji cehl û esîriya halê xwe
Ew alimê ku bi ilmê erebî qenc dizanin
Ehl û ewladê wan xaliben, ummîyê nezan in.
………
Heta tu nekî ewan tekrar û ezber
Ne laiq e tu bibî îmam û serwer
….
Hekîmê ku birîn û dermana nizane
Ew ne hekîm e, tu wî yeqîn ji xwe ra qatil bizane
Billah nesîhet ji we ra ez dibêjim
Ne ku beyhûde kelamek ji bo we ez dibêjim
Ger van benda ji xwe ra nesîhet nizanî
Tu yê bînî yeqîn xecalet û poþmanî
Ev qeder kafî ye ji bo te eger bizanî
Werne, Tewrat ji te ra bêjim dîsa nizanî
………….
Gerb tu þêr î, meydana herba þêra veke
Ger tu rovî yî, de´wa meydana þuhretê meke
DERHEQ DEREWÎNAN DE WEHA GOTIYE:
Ger tu þêrekî namîdar î
Ne layiqê te ye kizb û hîlekarî
….
Di helbesteka din de weha gotiye:
Nêçîr û xwarina þêra gayê kovî ye
Mirîþk û miþk seyd û nêçîra rovî ye
…..
Derheq cahilan de weha gotiye:
Lewra cahilî zulmet e, eceb tarî ye
Heta ku nizane nefsa wî kî ye
,,,
Yeke din weha gotiye:
Ey cahilê ku hûn erebî nizanin
Ji we ra mizgînî ye ger hûn bizanin
….
Derheq Kitêba xwe jî weha gotiye:
Kurmancî ye, þêrîntir e ji þekir
Xweziya bi wî kesê ku zanî û hem jiber kir.
….
Dîndar dizanin eceb mufîd û þerîn e
Gerçi di çavê naqencan de kelem û istirî ne
….
Xelîfe Ûsiv Diyar kiriye ku her kes bi zimanê xwe dinivîse, çima Kurd nanivîsin:
Rom û Firing û Ecem we dine (dîtin)
Dîn û mezheb, bi lîsanê xwe nivîsîne
Dinivîsin bi lîsanê xwe her finûn û karî
Her yek bi zimanê xwe dikin eceb iftîxarî
Ji xeyrê Kurmanc bê huner necabet
Navên bibînin li dunya û axretê seadet
Eger bi zimanê (kurdî) meselek bibînin
I´raz jê dikin, ruyê xwe jê dizivirînin
Nefret jê dikin, tu car lê nakin nezer
Gerçi bibe Þer´ û hedîsa Pêxember
,,,
Cumle milel malizûnê xwe aþiq û razî ne
Ji xeyr Kurmanc duxûrê mecnûn û dîn e
Ji Kurda edeb û kemal neke hêvî, guman
Gerçî bibin þakirdê Eflatûn û Hekîmê Lûqman
Þîfa nabin ji mereza qelbê evan leîman
Eger sed derman bixun ji dest van hekîman.
…
10- Tecwîd: Tecwîd û Eqîde di yek nusxeyekê de bi hev re hatine çapkirin: Nivîsa Tecwîdê pexþan e, tê de 38 babet hene û 44 rûpel e.
Di 2008an de jî li Stenbolê ji aliyê weþanxaneya Nûbiharê ve çap bûye.
HELBESTa Li Rûpela pêþî:
Wacib e li ser xas û amê
Zanîna erkanê îman û îslamê
Paþê wacib e li ser da û baba
Te´lîma ewlada ruhniya herdu çava
Kurmancî ye, þêrîntir e ji þekir
Xwezya bi wî kesî zanî hem jiber kir.
11- Eqîdeya Îmanê: Nivîsa pirtûkê pexþan e û 30 rûpel e. Tê de 17 sernav hene, di 2008an de jî li Stenbolê ji aliyê weþanxaneya Nûbiharê ve çap bûye.
…..
12- XUTBE: Ev kitêba ku ji tirsa leþkerên dewletê bi salan di kadîn û lodan de hatiye veþartin, hawîdorê wê tev ji aliyê miþkan ve jî hatiye kurisandin.
Kitêb di 1963an de hatiye çapkirin, navê Xelîfe Ûsiv jî bi hesabê Ebcedê wek þifre li serê hatiye nivîsandin û ne diyar e ku li kurê jî çap bûye.
Diyar e ku ruknê Xutbê, pênc in:
1- Hemdê Xweda
2- Selewat
3- Wessyeta bi teqwayê
4- Ayet
5- Dua
Jixwe diyar e ku roja înê, mele li mizgeftê du car xutbe dixwîne.
Xelîfe Ûsiv ev xutbe bi awayekî rêkûpêk, ev her pênc xalên li jorê nivîsiye ku mele dê çewa bixwîne.
Gulan 19/ 2012