logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hesabdayîn çi ye?

Bi rojan e li hemberî xuyanga bi berf, li ber maseya xebata xwe, geh hevdîtinên sîstema serokatiyê ya li Meclisê, geh pê

  • Dîrok: 15/01/2017
  • Beş: Serbest

Asli Aydintaşbaş*

Bi rojan e li hemberî xuyanga bi berf, li ber maseya xebata xwe, geh hevdîtinên sîstema serokatiyê ya li Meclisê, geh pêvajoya dengdayîna li Kongre’yê ya kabîneya nû a Serokê DYA’yê temaşe dikim. Bi halê riheke dilnerihet ve.

Gelek dîroknas, dibêjin heyama em tê de dijîn pir dişibe “dînamîkên berî Şerê Cîhanê yê Yekem. Wekî belgesela dîrokî ya ku bi giranî tê kişandin, ez jî dema Tirkiyeyê û DYA’yê  dişopînim, hewl didim ku serê meseleya heyama li pêş me bi dest bixim.

Em dê ber bi ku ve herin kifş e; Koalîsyona ku ji îslamparêz û netewparêzên li TBMM’ê (Meclisa Mezin a Tirkiyeyê) hatiye damezrandin, heyama li pêş me bi çi buhayî dibe bila bibe, dê bixwaze dirûv/şikil bide Tirkiyeyê. Maneya vê em hemû dizanin.

Ê baş e, dê dinya bikaribe vê hilbigire? Rastgiriya li Ewropayê bilind dibe û heyama Trump ya li DYA’yê, dê pêvajoya kîpbûna ber bi hundirîn ya li Tirkiyeyê hêj gurtir/bileztir bike, zorê bidiyê?

Esas, di wateyekê de pêvajoya pesendê a Kongreya li DYA’yê û hevpeyvînên serokatiyê yên li Tirkiyeyê tam bûyerên li berevajî hev in.

Li ba me, ji ber ku pergaleke hevsengî û kontrola wê tune ye, pêvajoyeke parlementoyê ya pir dilbikeser tê jiyîn.

Lê di pêvajoyeke serokatiya rastîn de û bi rêvebirineke parlementoya hêzdar a li DYA’yê de,  hêz û rayeyên Serok girêdayî venêrana Kongreyê ne. Ji ber vê yekê hemû wezîrên ku Donald Trump dixwaze wan tayînê Desteya Wezîran bike, li hember komîteyên li Kongreyê, bi saetan dikevin rêzê û xwêdanê dirijînin.

Ji ber ku mebûs ne bi saya serokên partiyê lê bi saya hilbijêr û delegeyan li wir in, mineta wan ji kesî tune ye. Dilê wan bi yên li hemberî wan naşewite. Pirsên cidî û bi rastî jî zor ji wezîrên berendam dipirsin 

Di rêz û hurmetê de qisûr tune ye lê di hêla naverokê de nîqaşên cidî tê jiyîn. “Derheqê binpêkirinên mafê mirovan ên li filan herêmê hûn ê çi bikin?”, “Hûn ji bo bilêvkirinên filankesê ku derheqê gelşa giravên Behra Başûr a Çînê de çi dibêjin?”, “Hûn ê destekirina filan bernameya alîkariyê berdewam bikin?”

Li DYA’yê  raye di destê Kongreyê de ye. Ew budçeyê kontrol dikin. Ji ber vê yekê berendamên wezaretê tenê ne ji bo pesendgirtinê, heta dema li ser karê xwe bin dê bi têkûzî mecbûr bin herin û hesab bidin Kongreyê. (Lê di pergala ku tê xwestin li Tirkiyeyê were sazkirin de hesabdayîn û mekanîzmaya hevkêşe-frên a di rejîmên demokratîk de heye, tune ye.) Kesê hatîhilbijartin, bi gorî hişê xwe bêyî daraz û venêrana meclisê hebe, dê bikaribe birêvebirinê pêkbîne. (Derheqê vê yekê de hûn dikarin nivîsa parêzer Ece Guner Toprak a ku bi grafîkan bi awayeke zelal rewş vegotiye û di medyaya civakî de weşandiye, bixwînin.)

Ê baş e, di pêvajoya pesendkirina Kongreya li DYA’yê de çi hate jiyîn? Bi halek xwezayî min pêvajoyên pesend û pirsyariyê yên Wezîrê Karê Derve Rex Tillerson û Wezîrê Berevaniyê James Matttis şopandin. Divê ez li xwe mikur werim ku, her du berendamên wezaretê jî întîbayeke ji Serokê DYA’yê yê dahatûyê kûrtir û cidîtir bi min ve hîşt.

Tillersonê ku wekî CEO’yê Exxon Mobilê yê kevn, kifş bû ku pir baş amadehiya xwe -ji bo vê pêvajoya 2 rojan berdewam kir û pirsên sext hate pirsîn- kiribû. Bi kurtasî encamên min ji du wezîran wergirt:

• Di mijara Rusyayê de divê ji rêveberiya nû, tevgerîna pir nerm neyê hêvîkirin. Li hemberî êrîşên Rusyayê yên sîber û destavêtina siyasetê ya li Ewropayê wê bergirî werin girtin.

• Ez bawer nakim ku NATO girîngiya xwe winda bike. Her du wezîran jî gotin ku rêveberiya Obama navbera xwe û mutefîkan xira kiriye û divê ev rewş were sererastkirin û ew xwedî li NATO’yê derketin.

• Bi awayeke zelal pêwîstiya sererastkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re eşkere kirin. Lê neketin hûrgiliyan. (Tillerson îfadeya “divê em bi Erdogan re ji nû ve têkiliyan saz bikin” bikar anî.)

• Lê berendamê wezareta derve bi heman zelaliyê kurdên Suriyeyê wekî “ji mutefîkên me yên herî nêzîk” bi nav kir û derheqê vê yekê de got, “divê em taahûdên xwe nû bikin” û sînyala ji bo operasyona Reqayê berdewamkirina hevkariya bi YPG’ê re, da.

• Ev, di heyama Trump de, ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye-DYA’yê de dê çawa bimeşin, têra xwe delîlan dide. Ya ku nayê zanîn, dê Tirkiye ber bi ku ve here… 

 

* Ji Rojnameya Cumhuriyetê hatiye girtin
Wergera ji bo kurdî: Mahmut Ozçelîk 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sipîkera Qedafî bi çek derket ekranê

ad

Li Stenbolê teqîn: 16 mirî hene

ad

Va ne komên Kûpaya Cîhanê

ad

‘Nûjin’ navekî biyanî ye!

ad

14 girtiyên ku li girtîgeha Rihayê birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê

ad

'Bila navê Dêrsimê bê îadekirin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname