Amadekar: Cemil Oguz – Dilşêr Bêwar
Wekî Diyarname me îsal xebateke cuda da dest pê kirin. Me got em pirtûkên salê hilbijarên. Li gor vê yekê me juriyek hilbijartin û ji juriyê xwest ku 3 pirtûkên ku herî zêde derketine pêş diyar bike. Di dema hilbijartina juriyê de me kir ku yên pirtûkan dixwînin, yên hinek haya wan ji pirtûkên salê hene diyar bikin. Pêşî me got em 10 kesan diyar bikin, paşê me lîste derxist 15 kesan. Di nav endamên juriyê de rojnameger, nivîskar, akademîsyen, mamoste, endamên komên xwendinan hebûn. Li gor rêza alfabetîk van kesan pirtûkên salê hilbijartin:
Aziz Tekîn, Cemil Oguz, Çorê Arda, Dilşêr Bêwar, Ekrem Malbat, Ferzan Şêr, Îhsan Bîrgul, Krîstîn Ozbey, Mehmet Çakmak. Mewlût Oguz. Mutlu Can, Reyhan Sarhan, Sevgul Şaşmaz, Sîdar Jîr, Şêxo Filîk.
Ji nav pirtûkên ku endamên juriyê şandin de yek me nexist nav vê lîsteyê ji ber ku pirtûkek par hilbijartibû, ji endaman tenê Mevlut Oguz rica kir ku 4 pirtûkan diyar bike, me ew jî qebûl kir.
Di encamê de ji hemû endamên juriyê 6 kesan pirtûka nivîskar Sîdar Jîr “Handa” û ya Hesenê Metê “Hefsar” xistin nav pêşniyaran û her du pirtûk bûn yekemîn. Dûre Antolojiya Dengbêjan a ku Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn amade kirin bi 4 dengan bû duyem, romana Dilawer Zeraq “Bêhna Dara Sincê” jî bi 3 dengan bû sêyem. Her wiha “Wehşê Di Hundirê Min De” (Helîm Yûsiv), “Belkî Îşev Binive” (Murat Bayram), “Stranên Sor Niviştên Mor” (Rênas Jiyan) û “Vê Lehzê Vê Payîzê” (Emerîkayê Sidîqayê) her yekî 2 deng girtin.
Yên din jî her yekî yek deng girt.
Wekî nota dawî: Ji bilî “Hefsar” a Hesenê Metê pirtûka wî “Dêrê Santa Ragnhild de” ku J.Îhsan Espar ji kurmancî kiriye kirmancî jî di nav lîsteyê de cih girt.
Vane bi temamî hemû pirtûkên ku bi dengên endamên juriya me ketine nava lîsteyê:
1- Handa / Sîdar Jîr (Lîs): 6 Deng
1- Hefsar / Hesenê Metê (Peywend): 6 deng
2- Antolojiya Dengbêjan: Şakiro û Reso / Amadekar: Omer Guneş, Îbrahîm Şahîn (Nûbihar): 4 Deng
3- Bêhna Dara Sincê / Dilawer Zeraq (Lîs): 3 deng
4- Wehşê Di Hundirê Min De / Helim Yûsiv (Peywend): 2 deng
4- Belkî îşev binive / Murat Bayram (Avesta): 2 deng
4- Stranên Sor Niviştên Mor / Rênas jiyan (Belkî): 2 Deng
4- Vê Lehzê Vê Payîzê / Emerîkê Sidîqayê (Sor): 2 deng
Yên tenê yek deng girtin:
- Rizgarkirina Hiş Ji Metingeriye / Ngugi wa Thiongo / Lîs
- Xewna Mêrekî Îranî / Mardîn Îbrahîm / Peywend
- Mala Baz / Cîhan Roj / J&J
. Elîfbêtk / Yeqîn H / Belkî
- Rû û kûr / Ali Duran Topuz / Avesta
- Xana Xemê / Berken Bereh / Lîs
- Gotinên Nîvcomayî / Îhsan Bîrgul / Ava
- Xewdizê / Soran Ahmed / Dara
- Leqat / Recep Dildar / Dara
- Kevirên Şewitî / Veysî Ulgun / J&J
- Bayê Cîlo / Mehmet Akdogan / J&J
- Şeva Şîzofren / Îrfan Amîda / Lîs
- Havîna li Serfeza Behrê / Rizgar Eleqez / Dara
- Mem û Zîne / Murad CANŞAD / Roşna
- Dêrê Santa Ragnhild de / Hesenê Metê/ Werger J. Îhsan Esparî / Vate
- Tarîkoj / Hecî Nehsan / Aryen
- Antolojiya Çîrokên Kurdî / Firat Cewerî / Avesta
- Gêjaveng / Omer Dilsoz / Lîs
**
Li ser 2018'an ên ku derketine pêş:
- 2018: Pirtûkên kurdî yên ku herî zêde hatine firotin
- 2018: Hemû pirtûkên bi kurdî yên ku îsal derketine
- 2018: 10 nûçeyên di Diyarnameyê de herî zêde hatine xwendin
- 2018: Kurdên me yên ku xatir xwestin
- 2018: Sporkarên herî zêde pere kar kirin
- 2018: UEFA'yê tîmên herî mezin eşkere kirin
- 2018: Di qada navneteweyî de kurdan xelat dan hev
- 2018: DVD'yên van fîlman îsal herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 dewlemendên amerîkayê, di nav de nivîskar jî hene
- 2018: Hunermendên ku îsal herî zêde bilêtên wan hatine firotin
- 2018: Ji aliyê IMDb'ê ve 10 fîlmên salê
- 2018: Li Tirkiyeyê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 rêzefîlmên herî serketî
- 2018: Stranên ku herî zêde lê hatine guhdarîkirin
- 2018: Muzîkarên ku herî zêde pere kar kirine
***
REKLAM:
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...