Amed
Dengbêjên Botanê di 8'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de coşa Botanê dan temaşevanan.
Li Parka Ayşenur Zarakolu bi beşdariya Dengêbêjên Botanê "Dîwana Dengbêjan" hate li dar xistin.
Berî dest pê kirina dîwanê şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demirbaş axaftinek got: "Dibe ku bikarin me ji peywirê me bigirin lê nikarin azadiya me ji me bigirin. Gelê kurd êdî li nasname û çanda xwe xwedî derdikeve. Bila kes hewl nede ku gelê kurd bixapîne."
Piştî axaftinê dengb Silêmanê Şirnexî, Cemalê Mihê, Dilşa Şirnexî û Perîxana Şirnexî ji herêma Botanê klamên xwe pêşkêş kirin û coşa Botanê anîn Amedê.


