Diyarname
Niha pirtûkeke din ku li ser nivîsên kovara Hawarê hatiye amadekirin derket. Pirtûka bi navê "Ruhê Xwebûnê" ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye nivîsandin û ji Weşanên Lîs derket.
Kovara Hawarê di sala 1932'yan de dest bi weşanê kir û heta sala 1943'yan 57 hejmar derket. Hawar wekî ekolek di nav wêjeya kurdî de cih girt. Heta niha li ser Hawarê hin lêkolîn wekî pirtûk hatine amadekirin û weşandin. Niha yeka din li wan zêde bû "Ruhê Xwebûnê". Nivîskar Dilawer Zeraqê ku berê pirtûkek nirxandinî ya li ser Hawarê bi navê "Bêjera Neteweparêz Di Kovara Hawarê De" derxistibû, niha pirtûkek din derxist. Pirtûka wî vê carê bi navê "Ruhê Xwebûnê" hat weşandin.
Zeraq di pênc nivîsan de mijar girtiye dest: "Qonaxa 'Xwebûn'ê Kovara Hawarê", "Zimanê Çandî di Vegotinên Osman Sebrî de", "Wekî Şûngeha Dij-Mêtînger; Gor di Çîrokên Leylana Rastiyê û Gornistanek Amedê de", "Hebûna Jinê ya di Têkoşîna Neteweyî de û Çîroka Gulê", "Vegeşkirina Hêmayekê û Çîroka Gazinda Xencera Min".
Nivîskar Zeraq di beşeke nirxandinê de van gotinan tîne ziman ku ev yek meseleyê zelal dike: "Ne tenê ji alî wêje û zimanî ve, lê belê ji alî dîn, çand, cografya, etnografya û folklorê ve jî hewlê dide ku kêmaniyên ji 'qonaxa rengmodernê' mayî, temam bike; û em dikarin 'qonaxa xwebûn'ê ya ku bi derçûna Hawarê ve pêk hatiye wekî 'qonaxa avabûna wêjeya neteweyî' jî bi nav bikin û pênase bikin ku bi vî rengê xwe û bi vê mîsyon û kargîniya xwe ve jî; helwest, kirin û pêkanînek e dijmêtînger e."
Li gor Dilawer Zeraq nivîsên din Hawarê de hatine weşandin li ser xeta ramanî ya netewesazî ne, û diyar dike ku mirov dikare wan wekî hîm û bingeha netewe saziyê qebûl bikin.
Nivîskar Dilawer Zeraq di sala 1965'an de li Farqînê hatiye dinê. Sala 1985'an Beşa Matematîkê ya Fakulteya Perwerdehî ya Dîcleyê kuta kiriye. Ji sala 1996'an ve bi kurdî dinivîse. Çîrok, roman, nirxandin, ferhengên biwêjan, werger jî têde dor 20 pirtûkên wî derketine.
- Ruhê Xwebûnê / Dilawer Zeraq / Weşanên Lîs / Wêje Rexne / 2021 / 128 rûpel