Diyarname
10'ê vê mehê dengbêjên kurd û rockvan li heman sehneyên bi hunera xwe derdikevin pêşberî hunerhezan.
Armanca konserê ew e ku muzîka rojava û muzîka kurd a klasîk bînin ba hev û bi tehmên cihê wan pêşkêşî hunerhezan bikin.
Di konserê de hunermendên kurd Ayfer, Mihemedê Serhedî û Baran dê bi klamên xwe, rockvanên Amerîkî, Zelandaya Nû, Kanada û Azerbaycanîku navê koma wan Story Boks e dê bi hunera xwe li ser dikê bin. Her wiha Story Boks di turneya li Tirkiyeyê de dê li Sakarya, Enqere, Bursa û Stenbolê wekî din jî konseran pêşkêş bikin.
Konsera Story Boks û ya hunermendê kurd 10'ê vê mehê roja yekşemê saet 19,00'an de li Şanogeha Haldun Dorme a Şaredariya Şîşlî li dar bikeve.
Bilêtên konserê bi deh TL'yan têne firotin.