Diyarname
Kovara Forbesê lîsteya muzîkarên ku di sala 2018'an de herî zêde pere kar kirine eşkere kirin.
Di destpêka lîsteyê de U2 heye ku salane bi 118 mîlyon dolarî per kar kiriye.
Di nav lîsteyê de ji jinan Kary Perry herî zêde pere kar kiriye û wê di rêza 5'an de cih girtiye.
Gelek hunermendên navdar nekarî bikevin nava 10 kesên pêşîn. Ji van Beyonce bi 60 mîlyon dolarî di rêza 11'an, Pink bi 52 mîlyon dolarî di rêsa 16'an, Paul McCartney bi 47,5 mîlyon dolarÎ di rêza 21'ê, Jennifer Lopez bi 47 mîlyon dolarî di rêza 22'yan û Elton John bi 46 mîlyon dolarî di rêza 25'an de cih girtiye. Her wiha Rolling Stones jÎ bi 39 mîlyon dolarî di rêza 30'î de cih girtiye.
Vaye 10 muzîkarên ku herî zêde pere kar kirine:
1- U2 (118 mîlyon dolar)
2- Coldplay (115,5 mîlyon dolar)
3- Ed Sheeran (110 mîlyon dolar)
4- Bruno Mars (100 mîlyon dolar)
5- Kary Perry (83 mîlyon dolar)
6- Taylor Swift (80 mîlyon dolar)
7- Jay-Z (76,5 mîlyon dolar)
8- Guns N' Roses (71 mîlyon dolar)
9- Roger Waters (68 mîlyon dolar)
10- Diddy (64 mîlyon dolar)
11- Beyonce (60 mîlyon dolar)
Têbiniya Diyarnameyê: Ji Îro pêde lîste û agahiyên wisa yên li ser 2018'an emê bi rêzê biweşînin.