Diyarname
Rewşenbîr û nivîskara kurd Frîda Hecî Cewarî wefat kir. Cewarî ku 50 salan mamostetî kiribû û heta niha gelek berhem amade kiribû.
Frîda Hecî Cewarî yek ji rewşenbîrên kurd ên li Ermenistanê bû. Ew 84 salî bû. Ew keça folklorzanê kurd Heciyê Cindî û di heman demê de xanima helbestvan Fêrikê Ûsiv bû. Frîda Hecî Cewarî di 84 saliya xwe de li Yêrîwana Ermenistanê wefat kir.
Ew di sala 1934'an de li Yêrîwanê hatibû dinê û li Komara Ermenistanê 50 salan mamostetî kiribû û rê dabû ber bi hezaran zarokên kurdan. Ew ligel bavê xwe Heciyê Cindî tevî xebata "Elîfba", "Zimanê Kurdî" jî bûbû û di heman demê de gelke pirsûnên Fêrikê Ûsiv û Heciyê Cindî ji bo çapê amade kiribû.
Her wiha Frîda Heciyê Cewarê di serdema Sovyetên Sosyalîst de gelek xebat kiribû û ji ber van xebatên xwe gelek caran hatibû xelatkirin.
Hin xelatên ku wê girtine ev in:
- 1962: Xelata Hurmetnameya Wezareta Ermenistanê ya Ronakiyê
- 1970: Madelyaya ji bo100 Saliya Lenîn
- 1975: Nîşana Serkeftiya Pêşvebirina Sosyalîstiyê
- 1979: Xelata Mamoste-Mêtodîst


