Diyarname
Maçên hevtêkbirinê yên ji bo Euro 2024'an didomin. Li Belçîkayê maça tîma Belçîka û Swêdê hebû. Di dema ku maç dihat lîstin du kesên çekdar li derveyî stadê êrîşa çekdarî pêkanîn: Du kes hatin kuştin. Li ser vê yekê maç hat betalkirin.
BBC li ser vê yekê nûçeyeke belav kiriye û gotin ku 2 kesên hatine kuştin ji Swêdê ne û ji bo temaşekirina maçê hatibûn wir.
Di dema ku nîveka yekemîn hatibû lîstin bûyer hat bihîstin û tîma Swêdê biryar da ku dernekeve sehayê. Tîma neteweyî ya Belçîkayê jî biryara Swêdê di cih de dît û maç hat taloqkirin.
Li aliyê din çapemeniya Swêdê wekî deqeya dawî eşkere kir ku DAIŞ'ê her du temaşevanên fûtbolê kuştine û di dema êrîşê de gotine "Em tola misilmanan digirin."
Wekî notek: Nîveka yekemîn a maçê bi 1-1, bi wekheviyê bi dawî bûbû.