Enqere
Xwediyê Lêkolîna A&G'yê Adil Gur li ser hilbijartina 12'yê pûşperê got ku MHP dê bendavê derbas neke, BDP bi di navbera 28-32 mebûsên serbixwe dê bikeve meclisê.
Gur got ku sedî 35-40'ê hilbijêran îdeolojîk, sedî 55-65 jî li bêrîka xwe dinêrin û biryara xwe didin.
Lêkolîner Gur dibêje ku dengên AKP'ê li dora asta hilbijartina 2007'an de ne, CHP'ê hinek dengên xwe zêde kirine. Gur wisa got: "CHP'ê di hilbijartina 2007'an de sedî 20.9 deng girtibû. Guherîna serok û rêveberiya partiyê dengên partiyê ber bi jor ve birine. CHP'ê ji kesên xizan hindik deng digirt. Sîgortaya malbatê, maweya kirina leşkeriyê, reklamên di TV'yan de wisa dixuye ku ji bo baldariya kesên xizan tê kirin. Ger CHP derdê xwe baş bîne ziman dê tiştên dixwaze bi dest bixwe."
Gur li ser BDP'ê jî wisa got: "3-4 meh in vegotina neteweperestî bandor li dengên BDP'ê kiriye. Ger BDP bi serbixweyan bikeve li gor encama 2007'an dê sedî 4-50 hejmara xwe zêde bike. Yanê li dor 28-32 serbixweyan bikeve meclisê."