Diyarname
Li bajarê Rotterdama Hollandayê 6 sal berê ji muzeyê tabloyê Pablo Picasso hatibû dizîn. Tabloyê bi navê "Serê Harlequin" li Romanyayê hat dîtin.
Polîsên Romanyayê tabloyê bi buhaya 800 hezar Euroyî li nav daristanê di bin axê de nixumandî dîtin û jê derxistin. Li gor polîsên Romanyayê ligel vê tabloyê şeş tabloyên din jî hatine dîtin û di rojên pêş de li ser orjînaliya wan dê analîz bê kirin.
Hatibû îdîakirin ku kesê bi navê Radu Dogaru tablo dizîne, lê wî jî gotibû ku diya wî ji bo ev sûcdarkirin ji holê rabin tablo şewitandine. Lê niha li qeraxa rêya bajarê Tulçaya Romanyayê tablo hatine dîtin. Ev der 15 kîlometre nêzî mala Dogaru ye. Li ser giliyê ew der vekolandin û tablo bi plastîkan pêçayî dîtin. Kuratorê berê yê Koleksiyona Triton Peten van Bereven ji bo televîzyona hollandî NOS'ê axiviye û gotiye ku der barê tablo de hê gelek şik hene."
Ji ber diziyê di sala 2014'an de Radu Dogaru û diya wî Olga jî di nav de şeş kes hatibû girtin û di navbera 2-6 salan da cezayê hepsê li wan hatibû birîn.