AMED
Li ser zordariyên DÎHA'yê li Amedê edîtorê DÎHA'yê Abdurrahman Gok daxuyani da. Li ser gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ku digot "Rojnamegerên hatine girtin ne ji ber rojnamegerî ne" Gok wisa got: "Bila li îdîanameya ku li ser nûçegîhana me Hamdiye Çiftçi hatiye amadekirin binêre."
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ji bo zext û zordariyên li dijî xwe şermezar bike û balê bikşîne ser pêkutiyên li dijî ajansê û dawî li ceza, binçavkirin û girtinên xebatkarê ajansê bê li salona Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) daxuyaniyeke da çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Edîtorê beşa kurdî ya DÎHA'yê M. Ali Ertaş, Edîtorê beşa tirkî Abdurrahman Gok, nûçegîhanên DÎHA'yê, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Faruk Balikçi, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, nûçegîhanên rojnameya Azadiya Welat Gazetesi û Gun TV, Cîgirê Serokê Giştî yê KADEK'ê Lutfi Baksi, Parêzerê DÎHA'yê Serdar Çelebi, Rêveberê ÎHD'ya Amedê Emin Ermin, Sekreterê SES'a Amedê Ramazan Kaval, Rêvebera ESP'a Amedê Julide Ateş û nûnerên saziyên sivîl amade bûn. Edîtorê Beşa Kurdî ya DÎHA'yê M. Ali Ertaş bi kurdî, Edîtorê Beşa Tirki ya DÎHA'yê Abdurahman Gok jî bi tirkî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser zextên li dijî ajansê û diyar kir ku ji ber ajansa wan tu carî ji rastiyan tawîzan nade zext li ser wê zêde dibin.
Edîtorê DÎHA'yê Gok got ku DÎHA ji roja di 4'ê avrêla 2002'yan de hatiye avakirin û heta niha bi feraseta "her kes xwedî mafê azadiya ragihandinê, agahî û fikra azad, îfadeya azad û rexneyê azad e" tev digere û ji ber vê feraseta xwe ya "Tu carî ji rastiyan tawîzê nade" her tim rastî zext û zordariyê hatiye. Gok, destnîşan kir ku ji roja DÎHA'a hatiye damezirandin heta niha her tim bûye hedefa desthilatdariya siyasî ya serdest û wiha got: "Me her tim xwest bi kurdî û tirkî dengê xwe li gorî rastiyan bigînin her kesî û her kes ji mafê azadiya ragihandinê sûdê bigire. Ji ber vê feraseta serbixwebûna me em her tim rastî polîtîkayên zext perçekirin, girtin, binçavkirin û rêbazên din hatin."
'Di 3 salên dawî de zext zêde bûn'
Gok, anî ziman ku bi taybetî di 3 salên dawî de zextên li ser ajansê zêde bûne û wiha berdewam kir: "Herî dawî di 20'ê berfanbar 2011'an de di operasyona li dijî 7 buroyên ajansa me yên Wan, Amed, Stenbol, Enqere, Riha, Edene, Mêrsîn û Îzmirê bi tevahî 48 xebatkarên çapemeniya kurd hatin binçavkirin û jê 36 rojnamegeer hatin girtin. Di vê operasyonê de Etîtorên DÎHA'yê Ramazan Pekgoz, Semîha Alankuş, Ertuş Bozkurt, Mazlum Ozdemir, Midûra DÎHA'yê Fatma Koçak, Xwediya Îmtiyazê ya Ajansê Zuhal Tekîner, Nûcegîhanên ajansê Kenan Kirkaya, Sadik Topaloglu, Çagdaş Kaplan, Omer Çelik û Nîlgun Yilmaz, Muhasebevana ajansê Pervin Yerlikaya hatin girtin."
Gok, da zanîn ku dîsa ji ber nûceyên li ser Girtîgeha Pozantiyê hatin çêkirin nûçegihana wan a Edeneyê Ozlem Aguş a ku piştî operasyona li dijî saziyên çapemeniya kurd dest bi xebatê kir di nav 2 mehên xebitî de di nav mehekê de 3 caran hate binçavkirin û wiha got: "Nûçegihana me ya di 12 reşemiyê de di çarçoveya lêgerîna nasnameyê de bi hinceta bi guman e hate binçavkirin piştî li qereqolê îfadeyên wê hatin girtin serbest hate berdan. Aguş, di 14'ê reşemiyê, di merasîma cenazeyê endamê HPG'ê de tevî nûçegihana me Zeynep Kurîş careke din hate binçavkirin. Kurîş û Aguş bi şertê pişt re îfadeyên wan bên girtin serbest hatin berdan. Pişt re Kurîş û Aguş li dozgeriyê îfade dan û serbest hatin berdan. Herî dawî nûçegihana me Aguş di operasyonê de bi Buluş re careke din hate binçavkirin. Piştî 3 rojan Bulut Serbest hate berdan û Aguş hate girtin."
'Nûçegîhanên me ji ber nûçeyên xwe tên girtin'
Gok, da zanîn ku di 13'ê reşemiyê de nûcegîhanê me yê Amedê Îsmet Mîkailogullari hate binçavkirin û piştî 3 rojan serbest hate berdan û wiha berdewam kir: "Disa di 4'ê reşemiyê de nûcegîhana me ya Êlihê Gulsen Aslan piştî hate binçavkirin serbet hate berdan û dîsa li ser îtîraza dozger di 21'ê reşemiyê de hate girtin. Nûcegîhanê me yê Enqereyê Murat Çîftçî jî li gel ku piştî li Enqereyê hate binçavkirin û li Stenbolê ji aliyê dozger ve serbest hate berdan jî dîsa dema hate Rihayê bi fermana dozgerê Amedê bi hinceta nûçe çêkiriye dîsa hat girtin. Nûcegîhana me ya Culemêrgê Hamdiye Çîftçî jî dîsa ji ber ku di 22'ê adara 2008'an de, di bûyera Newrozê de nûçe li ser êrîşa li dijî Cuneyt Ertuş çêkir hate girtin û hê jî girtî ye. Mûrat Çîftçî jî ji ber ku li ser Gulîstan Encû ya bû sedema girtina parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan û 9 kesên din nûçe çêkir hate binçavkirin û niha li gel nexweşiya giran girtî ye."
Gok gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku her dibêje rojnameger ne ji ber pîşeya xwe girtîne bibîr xist û got: "Em pêşniyar dikin ku bila Serokwezîr li îdîanameya ku li ser Hemdiye Çiftçî hatiye amadekirin binêre. Dozger Durmuş Yigit di îdîanameyê de wisa gotiye; 'Di Newroza 22'yê adara 2008'an de li navendê bûyerên Newrozê derketine. Hemdiye Çiftçi, qaşo polîsan milê şexsek bi navê Cuneyt Ertuş şikandiye nûçe çêkiriye û fotograf belav kirine; hatiye tesbîtkirin ku Hamdiye Çiftçi ku ev nûçe çêkiriye di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de dixebite, di lêgerîna li mala wê de jî ev dîmenên di çapemeniyê de derketine hatine desteserkirin.' Bila çapemeniya tirk û ya dinyayê binêre dîmenên li ser Cuneyt 'qaşo bêbingeh in'."
Gok got ku xebatkarên DÎHA'yê bêyî saniyeyekê bisekinin jî nûçeyên rast radigihînin û bibîr xist ku bûyera Roboskî jî, bûyerên li GirtÎgeha Pozanti jî wan ragihandiye raya giştî û ji ber van yekan nûçegîhanên wan têne girtin.
Li gor agahiya Gok ev nûçegihan û xebatkarên DÎHA'yê girtî ne:
Kadrî Kaya (Nûnerê Amedê),
Erdogan Altan (Nûçegihanê Êlihê),
Feyyaz Demîr (Nûçegihanê Enqere),
Aydin Yildiz (Nûçegihanê Mêrsînê),
Abdullah Çetîn (Nûçegihanê Misircê)
Ramazan Pekgoz (Edîtorê DÎHA'yê),
Mazlum Ozdemîr (Nûçegihanê DÎHA'yê),
Fatma Koçak (Midûra Karên Nivîsê, Stenbol),
Kenan Kirkaya (Nûnerê Enqere yê DÎHA'yê),
Sadik Topaloglu (Nûçegihanê DÎHA'yê yê Rihayê),
Semîha Alankuş (Edîtora DÎHA'yê),
Çagdaş Kaplan (Nûçegihanê DÎHA'yê yê Stenbolê),
Omer Çelîk (Nûçegihanê DÎHA'yê Stenbolê),
Zuhal Tekîner (Xwediya Îmtiyazê ya DÎHA'yê),
Pervîn Yerlîkaya (Hesabgira DÎHA'yê),
Nîlgun Yildiz (Nûçegihana DÎHA'yê ya Mêrdînê),
Ertuş Bozkut (Edîtorê DÎHA'yê).
Şahabettîn Demîr (Nûçegihanê Wanê),
Faysal Tunç (Nûçegihanê Şirnexê),
Hamdiye Çîftçî (Nûçegihana Culemêrgê),
Mehmet Karaaslan (Nûçegihanê Mêrsînê),
Sînan Aygul (Nûçegihanê Bedlîsê),
Murat Aydin (Nûçegihanê Mûşê),
Murat Çîftçî (Nûçegihanê Enqere)
Gulsen Aslan (Nûçegihana Êlihê)
Ozlem Aguş (Nûcegîhana DÎHA ya Edeneyê)
Ahmet Akyol (Nûcegîhanê DÎHA yê Edeneyê)
***
Hin nûçeyên eleqedar:
- Navên 36 rojnamegerên ku hatin girtin
- Gerînendeyê Azadiya Welat hat binçavkirin
- Wêneyê Hefteyê: Gultan Kişanak nûçegîhanî kir
- Dest danîn ser 1900 kasetên DÎHA'yê
- Navên rojnamegerên hatine binçavkirin
- IPI: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bên berdan
- Ev jî çêbû: 37 rojnamegerên kurd girtin bin çavan