Diyarname
6'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê îro vebû. Dor 15 weşanxaneyên kurdan li fûarê stand vedikin.
TUYAP piştî navberê carek din li Amedê Fûara Pirtûkan li dar dixe. Fûara ku îsal di navbera 25-30'yê mehê de li dar dikeve berî dest pê bike ji ber nebûna kurdî di afîşên wê de bûbû sedema nîqaşê û rexnekirin.
Fûarê îro deriyên xwe vekirin. Di 6 rojên fûarê de li dor 120 weşanxane standê vedikin. Li dor 15 jê yên kurdan in. Hin jê bi kurdî li dor 60 çalakiyên çandî hene û li dor 250 nivîskarî dê beşdar bibin. Mêvanê Rûmetê yê fûarê îsal Migirdîç Margosyan e. Ji bo mêvanê rûmetê jî dê hin çalakiyên taybet bêne lidar xistin.
Di nav weşanxaneyên kurdan e (li gor rêza alfabetîk) APEC (Salon 2, 103 A), ARAM (Salon 2, 201 A), ARYEN (Salon 2, 104 E), AVA (Salon 2, 704 C), AVESTA (Salon 2, 704 A), DARA (Salon 2, 406 B), DENG (Salon 2, 103 C), HÎVA (Salon 2, 704 B), Weqfa ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ/Weşanên ROnî (Salon 3, 400 H), J&J (Salon 2, 201 B), LÎS (Salon 2 604 A), NÛBIHAR (Salon 2, 605 A), PEYWEND (Salon 2, 804 C), RÛPEL (Salon 2, 804 B), WARDOZ (Salon 2, 406 A) hene.
Her wiha kovara Dilopê (Salon 2, 400B) û Weşanên Evrenselê (Salon 3, 402) de standê vedikin.
Ji saziyên sivîl ên amedê TÎTAV (Weqfa Alîkarî û Nasandina Amedê), Odeya Tabîban a Amedê, DİYŞAD (Komeleya Nivîskar û Helbestvanên Amedê) jî standê vedikin.
Di çarçoveya fûarê de nivîskarên kurd her roj dê li standên weşanxaneyên xwe pirtûkên xwe îmze bikin.
***
Nûçeya û Nivîsên Eleqedar:
- Çalakiyên Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bûn
- Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, wekî berdewamiya qirkirina çandî
*******
REKLAM
Daweta we heye û vexwendename lazim e? Fermo, ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan: Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul,
Telefon: 0212 -6266455
E-mail: info@davetiyeonline.net


