Diyarname
Lîstika Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Çiya Gihîşt Behrê" li navçeyên Amedê dest bi turneya xwe dike.
Lîstika bi kurdî ya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Çiya Gihîşt Behrê" îro dest bi turneya xwe dike û heta 27'ê mehê wê li navçeyên wekî Erxenî, Pîran, Çinar, Hêne û Pasûrê derkeve pêşberî temaşevanan.
Ji ber neyartiya di navbera Gundê Çiyê û Gundê Behrê de bi salan zarokên her du gundan gundê din meraq dikin. Lîstika ku mijara vê li ser vê yekê,di dawiyê de sînorê di navbera her du gundan de radike.
Bernameya tûrneya şanoyê bi vî rengî ye:
21 gulan 2010, Pîran
24 gulan 2010, Çinar
25 gulan 2010, Hêne
27 gulan 2010, Pasûr
Her wiha heman şano roja 22'yê mehê jî wê lîstika xwe ya bi navê "Tu kî yî" li Serêkaniyê bilîze.