logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, wekî berdewamiya qirkirina çandî

  • Dîrok: 23/09/2018

Bi dehê salan e ku li vî welatî ne tenê "Genozid"eke çandî an jî  Genozideke sipî heye. Ez behsa dîrokê nakim ku ji 1923'yan ve heta niha çandek tê talankirin, zimanek tê kuştin û miletek tê qirkirin. Ezê tenê behsa pêşangeha pirtûkan bikim, ya ku di navbera 25 heta 30.09.2018'an de ji hêla TUYAP'ê ve li Amedê lidardikeve. Di bernameya pêşangehê de sê xalan bala min kişand û dixwazim têbîniyên xwe li ser wan binîvisînim.

Yek jê ew e; tunebûna zimanê kurdî di afîşan de nîşana wê yekê ye ku ev pêşangeh rasterast wekî encama atmosfera siyasî ya desthilatdar encam dide. Nexasim ku şaredariyên kurdan di riya hilbijartinan de bidestxistibûn bi kayûman ji wan hatine stendin û pêre jî afîşên bi zimanê kurdî, berevajî salên din, nehatine çêkirin. Bi gotineke din, xwendevanên kurd li bajarekî wekî Amedê ku ji hêla kurdan ve li her derê wekî paytexta Kurdistanê tê pejirandin, wê tenê bi tirkî ji bo pêşangehê bêne vexwendin.

Xala din a ku bala min kişand mêvanê rûmetê ye. Ez dixwazim destpêkê vê bêjim, ku rêz û hurmeteke min a mezin ji nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan re heye û tu têkiliya vê têbîniya min bi cenabê wî, wekî kes û wekî nivîskar tune ye. Bê guman ew hêjayî rûmetdayînê ye, lê bi dehên salan e ku li gelek bajarên tirkan pêşangehên pirtûkan çêdibin. Wekî mînak li Stenbolê jî ermenî dijîn, çima carekê li bajarekî tirkan nivîskarekî ermenî nakin mêvanê rûmetê?
Li girîngtirîn bajarê kurdan, di pêşangeheke pirtûkan a salane de, çima wê mêvanê rûmetê ne nivîskarekî kurd be?

Li ser beşdariya weşanxaneyan diyar e ku weşanxaneyên kurdî wê di bin siya weşanxaneyên tirkî de bimînin, wê pirtûkên kurdî yên "feqîr" di bin deryaya pirtûkên tirkî de belengaz, perîşan û bê xwedî bimînin. Wisa jî wê zimanê kurdî li hember serdestiya tirkî melûl, birîndar û "keçek" xuyanî bike.

Ji vê yekê wêdetir, balkêş e ku wê di roja dawiyê de romannivîsekî kurd ji Amedê ji xwendevanên kurd re li ser "Duh û îroya romana tirkî" baxive.

Gelo pêdiviya xwendevanên romanan ên kurd bi agahdariyên li ser romanên kurdî hene yan yên tirkî?

Gelo eger ev ne teşwîqkirina xwendina romanên tirkî û cihbicihkirina heyraniya ji bo zimanê tirkî be, ev çi ye?

Di baweriya min de, di pêşangeheke pirtûkan de ku li Amedê çêbibe, divê weşanxaneyên kurdan wekî xwediyên malê û yên din wekî mêvan bin. Zimanê kurdî zimanê sereke û yê tirkî wekî zimanê duyem be. Wisa jî “Duh û îroya” pirtûka kurdî bê gotûbêjkirin, ne ku ya tirkî. Nexasim cihên ku duh û îroya pirtûkên tirkî lê bêne gotûbêjkirin ji bilî Amedê bi dehên bajaran û bi sedên saziyan hene ku dikarin vî karî ji nivîskarên Amedê baştir bikin.

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Silav li Geverê

  • 15 Pûşper 2008

  Helîm YûsivKurd li ku bicivin, li ku biqîrin, li ku çi bixwazin ew mafdar in. Dîmenê jiyana kurdan ê giştî vê yekê nîşan dide. Hemû...

YEKEM NEWROZA AMÛDÊ

  • 24 Adar 2013

Destpêka salên heştêyî bû. Dibe ku 82 be yan jî 83. 21'ê Adarê li Amûdê ji bo me zarokên dibistanan rojeke mîna hemû rojan bû. Divabû em...

Seqetiya danûstendinên me

  • 16 Avrêl 2009

Fikir “raman“ li cem kurdan tune ye:Di danûstendinên ku di nav nivîskar û rojnamegerên kurd de çêdibin, her dem û her gav asta danûstendinê ji qada raman...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Serê her gotinê kurd bû

ad

Li ser Helebçeyê çend agahî

ad

'Şemamok' dîsa derket

ad

Welîd Hes Hemîn mir

ad

Serdegirtina MED-DER'ê hat şermezarkirin

ad

E-kovara Temaşe hejmareke nû derxist

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname