Diyarname
Derhêner Omer Ugur ku bi fîlmê "Eve Donuş" li ser derbeya 12'yê Rezberê sekinî niha li ser bûyera kuştina Ugur Kaymaz tiştinan dinivîse û dixwaze fîlmê wî bikişîne.
Derhêner Omer Ugur heta niha gelek rêzefîlm kişandine, fîlmê metrajdirêj ê bi navê "Hemşo" û dûre jî bi fîlmê "Eve Donuş" (Vegera Malê9 ku kiryarên derbeya 12'yê Rezberê raxist ber çavan li BEKSAV'ê beşdarî sohbeteke bû.
Derhêner Ugur bi fîlmê "Sorguda" serî li Wezareta Çandê dide piştgirî jê digire lê wî fîlmî nakişîne "Eve Donuş" dikişîne. Ev proje deh sal bûn ku li ber destê wî bû, her wiha xelata Yunus Nadî û li Festîvala Fîlman a Montpellierê jî "Senaryoya Herî Serketî ya Ewropayê" girtibû lê derfet nedîtibû ku pê bikişîne. Piştî bi destxistina derfetan lîstikvanan diyar dike, senaryoyê dide wan û dest bi kişandinê dike. Berdewamê em ji wî guhdarî dikin: "Min senaryo li lîstikvanan belav kir. Ji lîstikvanan Sibel Kekili haya wê ji 12'yê Rezberê nîn bû. Gelek ji senaryoyê hez dike lê dibêje bûyer hatiye nepixandin, bawer nake ku di 12'yê Rezberê de ew qas tişt çêbûne. Ew senaryoyê ji Can Dundar re dişîne û ji wî dipirse, Dunda jêre dibêj,e 'Ma ev hê çi ne ku' wê çaxê lîstinê qebûl dike. Di fîlm de jiyana karkerên trakyayî bi temamî heye. Karakterê ku M. Ali Alabora dilîze jî ji wan e."
Li gor derhêner Ugur 12'yê Rezberê civakek li gor xwe sazkiriye, 'civakek nepejinkar' sazkiriye' loma ev civak li der û dora xwe nanêre, tenê dike ku xwe rizgar bike. Ew li ser rêzefîlmên wekî 'Hatırla Sevgili' ku li ser dîroka şoreşgerên Tirkiyeyê ye jî wisa dibêje: "Gel dixwaze dîroka xwe hîn bibe lê ji bo hînbûnê nakeve nava hewldanan. Dema tu tiştekî bînî ber çavan lê guhdarî dike. Bi rêzefîlmên wisa dîrok tê malan. Di vî warî de ez van rêzefîlmê baş dibînim."
Derhêner Omer Ugur got; "25 sal in hûn bi ser kurdan de diçin lê hûn hê bihostek pêşneketine. Ev yek kurd û tirkan ji hev dûr dixe" û wiha domand, "Me gelek şaşî kirin. Di 12'yê Rezberê jî gelek şaşî hatine kirin. Me çepgiran jî şaşî kirin. Komara Tirkiyeyê çawa ev 25 sal in şaş tevdigere, em çepgir jî şaş tevdigerin."
Omer Ugur dide zanîn ku piştî galaya li Enqereyê ya "Eve Donuş" dewletê produktorê wî tehdît kiriye loma fîlm qet beşdarî festîvalên li derveyî Tirkiyeyê nebûye, tenê çûye New Yorkê ew jî bi alîkariya şirîkê fîlm ê yewnan çêbûye.
Ugur diyar dike ku li Tirkiyeyê kişandina fîlman, bi taybetî jî fîlmên wisa zehmet e û li ser projeyên xwe yên nû jî wisa dibêje, "
"Di destê her derhênerî/ê de yek du senaryo hene. Ez niha yek li ser Ugur Kaymaz dixebitim. Li Mêrdînê tevî bavê xwe hat kuştin. Bûyereke biêş e. Dadgeha wê li Trabzonê çêkirin, dûre birin Eskîşehîrê, dûre polîs serbest berdan, bûyereke ecêb e. Lê ji bo ku nebêjin fîlmên kurdan e ez li hin rêbazan digerim. Li rêbazeke digerim ku her kesî bigire nava xwe, bala her kesî bikişîne. Meseleya di fîlm de kurdî hebe yan na heye, em jêrnivîs binivîsin dê çawa be? Li ser tiştên wisa ez dixebitim, rêbazeke bibînim ezê bikişînim. Ya diduyan jî ez li ser kesek di dema mamostetiya min ku bi awayekî rêya wî ji Madimakê derbas dibe dixebitim. Ka em binêrin dê çawa be."
Portreyên şoreşgeran
Her wiha li BEKSAV'ê pêşangeha karîkaturan a Raif Zor ku ji karîkaturên şoreşger, helbestvan û rewşenbîran pêk tê heta 29'ê mehê lidar e.
Zor ku heta niha di gelek rojname û kovaran de karîkatur û xêzeroman xêz kirine di vê pêşangeha xwe de karîkaturên ji portreyên şoreşkeran û yên antî-mîlîtarîst, karîkaturên li ser hezkirinê xêz kirine. Di pêşangehê de karîkaturên ji portreyên kesên wekî Hrant Dink, Nazim Hikmet, Ahmet Kaya, Orhan Dogan, Ahmet Arif, Yilmaz Guney û Deniz Geçmiş jî cih digirin.