Amed
"Dibistanên Azad"yên ku ji aliyê TZP Kurdî ve hatine avakirin, dest bi çalakî û xebateke din kir: Li kolanan dersê dide.
"Dibistana Azad" ya ku ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) ve hat vekirin dest bi xebatên xwe kir. Ji van distanan, dibistana bi navê "Dibistanên Azad" li baxçeyê Navenda Çandê ya Cegerxwîn dersa hefteya 2'yemîn da.
Dibistanên ku bi armaca kurdî bibe zimanê perwerdê û zext, asîmîlasyonên li ser kurdî bên rakirin hatine avakirin, 2'yemîn dersa xwe ya dibistanê da. Xebatkarên KURDî-DER û Azadiya Welat, rêveberên BDP'ê û endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk Nîzar Buldan beşdarî dersê bûn.
Berî ders bê dayîn Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Dr. Remzî Azîzoglu û endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk Nîzar Buldan axafî.
Wan di axaftinên xwe de êrîşa li dijî Hevserokê DTP'a hatî girtin Ahmet Turk şermezarkirin û dan diyarkirin ku êrîş di kesayeta Turk de li ser gelê kurd hatiye kirin.
Piştî axaftinan ji mamosteyên KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn, dest bi perwerdeya vê hefteyê kir. Gultekîn di serî de perwerdeya hefteya borî dubare kir û pişt re jî mijara vê hefteyê ya "Ziman û Zarava" da xwendekarên xwe.


