___Nûçe-foto: Cemil Oguz___
Festîvala Fîlman a Stenbolê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di şevê de fîlmê derhêner Balint Szimler "LESSON LEARNED" xelata Fîlmê Herî Serketî, Gurcan Keltek bi fîlmê xwe "Yeni Şafak Solarken" xelata Derhênerê Herî Serketî girt. Lîstikvanê kurd Nazmi Kirik jî bi rola xwe ya di fîlmê "Uçan Kofteci" de xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Kirik got, "Bila êdî aştî were."
Merasima xelatdayîn û bi dawîkirina 44'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê êvara 22'yê mehê li CRR'yê li dar ket. Di şeva ku pêşkêşvaniya wê lîstikvan Onur Ozaydin kir de 18 xelat hatin belavkirin.
JI BO SIRRI SUREYYA ONDER ÇEPIK LÊDAN
Pêşî dîrektorê festîvalê Kerem Ayan derket ser dikê û sipasiya kesên ked dane festîvalê kir. Ayan rewşa Sirri Sureyya Onder bibîr xist û got, "Em hêvî dikin di demek nêz de ewê li nav me be. Em bi çepikên xurt enerjiya me ji bo Sirri Sureyya Onder bişînin" û beşdaran demek dirêj li çepikan dan.
KIRIK: EM SÎNEMAGER JÎ JI BO AŞTIYÊ TIŞTEK BIKIN
Lîstikvan Nazmi Kirik ku xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt di dema xelatgirtinê de got, "Niha meseleya aştiyê tê axivîn. Meseleya aştiyê ne tenê meseleya siyasetmedaran e. Em sînemager jî gere tiştek bikin. Ez wekî kesek ku birê xwe, xizmên xwe di vî şerî de winda kirine dibêjim, bila aştî were vî welatî."
Lîstikvan Nazmi Kirik piştî merasimê ji bo me jî wisa got, "Ez gelek kêfxweş im ku min ev xelat girt. 30 sal in ez lîstikvaniyê dikim. Ev xelat girîng e, cihê kêfxweşiye bo min."
XELAT DIYARÎ DOWN SENDROMIYAN KIR
Derhêner Necmi Sancak bi fîlmê xwe "Ayşe" ku Xelata Seyfî Teoman girt got, "Hevalên me yên bi down sendromî jî hatin temaşekirina fîlm. Ez gelek kêfxweş bûm. Ez vê xelatê diyarî wan hevalên me dikim."
Di festîvala ku 139 fîlmên metrajdirêj û 15 kurtefîlm hatin nîşandayîn de lîstikvan Sofia Berezovska bi rola xwe ya di fîlmê "Under The Volcano" xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
Va ne hemû xelatên hatin belavkirin:
BEŞA MEZIN LALEYA ZÊRÎN:
- Fîlmê Herî Serketî: Lesson Learned / derhêner Balint Szimler
- Derhênerê Herî Serketî: Gurcan Keltek (Bi fîlmê xwe "Yeni Şafak Solarken")
- Senaryoya Herî Serketî: "O Da Bir Şey Mi" / Pelin Esmer
- Lîstikvana Herî Serketî: Sofia Berezovska (Bi rola di "Under the Volcano" de)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Nazmi Kirik (Bi rola di "Uçan Kofteci" de)
BEŞA AWIRÊN NÛ:
- Xelata Fîlmê Herî Serketî ya Seyfi Teoman: "Ayşe" Necmi Sancak
- Derhenerê Dîmenê yê Herî Serketî: Ayşe Alacakaptan (Bi fîlmê "Atlet")
- Vesazkirina Herî Serketî: Eşref Gurkan Kiliç (Bi fîlmê "Zamanin Kiyisinda Sinav")
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Atilla Çelik (Bi filmê "Adresi Olmayan Ev")
- Muzîka Herî Serketî: Turkay Nişanci, Sevan Amiroglu û İlkay Nişanci (Bi fîlmê muzîka "Zamanin Kiyisinda Sinav").
- Kurtefîlmê Herî Serketî: "Corner Dance" / derhêner Jan Bujnowski
- Xelata Mansiyonê ya Kurtefîlman: "Dilan Hakkinda Konuşmaliyiz" / Derhêner Umut Şilan Ogurlu
XELATÊN FIPRESCI, SIYAD, BSB Û FÎLM-YON'Ê
- Fipresci, Xelata Fîlmê Serketî: "LESSON LEARNED" (derhêner Balint Szimler)
- Fipresci, Xelata Kurtefîlmê Serketî: "Citizen-Inmate" (derhêner Hesam Eslami)
- Siyad, Xelata Fîlmê Serketî: Gunduz Apollon Gece Athena / Derhêner Emine Yildirim
- Film-Yon, Xelata Derhênerê Serketî li ser navê Şerif Goren: Doguş Algun (Bi fîlmê "Olu Mevsim")
- BSB, Xelata Belgefîlmê Serketî: Zamanin Kiyisinda Sinav (derhêner İlkay Nîşanci)

Lîstikvan Nazmi Kirik piştî girtina xelatê kêfxweşiya xwe ji bo me anî ziman.

Lîstikvan Nazmi Kirik û derhênerê "Uçan Kofteci" Rêzan Yeşilbaş.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


