Diyarname
UEFA Xelata Lîstikvanê Fûtbolê yê Herî Serketî yê Salê diyar dike, gelek lîstikvan hatibûn rêzkirin, niha bi pûanan hejmara wan daket 3'yan û Messiyê ku ev bi salan e her di nav 3'yên pêşî de cih digirt îsal li derveyî vê ma. Par Messi ev xelat girtibû.
Rojnamegerên 25 komeleyên endamên UEFA'yê deng didin û bi vî awayî lîstikvan têne hilbijartin. Cristiano Ronaldo, Gareth Bale û Antonie Griezmann di sê rêzên pêşî de cih girtin, Messi bi 55 pûanan bû çaremîn.
Ronaldo ligel Kûpaya Lîga Şampiyonan, bi lîstika xwe ya li Portekîzê Kûpaya UEFA'yê jî girt û di vê xelatê de favorî ye. Antonie Griezmann ku bi lîstika xwe derdikeve pêş, û Bale ku ligel Galler serketinek dîrokî bi dest xist ketin rêzên pêşîn.
Piştî her sêyên pêşîn rêz wiza çêbû:
4. Luis Suárez (Barcelona & Uruguay) – 29 pûan
5. Lionel Messi (Barcelona & Arjantin) – 25 pûan
6. Gianluigi Buffon (Juventus & İtalya) – 19 pûan
7. Pepe (Real Madrid & Portekiz) – 9 pûan
8. Manuel Neuer (Bayern Munih & Almanya) – 6 pûan
9. Toni Kroos (Real Madrid & Almanya) – 5 pûan
10. Thomas Muller (Bayern Munih & Almanya) – 2 pûan
Paşê dê ji bo van her sêyan dengdanek çêbibe û yekemîn bê hilbijartin.