Diyarname
Piştî "Kurdî Lubnanê", "Kurdên Sovyetê" vê carê jî bi navê "Kurdê Sûriyê: Gelekî Jibîrkirî" li ser kurdên Sûriyê pirtûkekî derket.
Pirtûk ji aliyê Kerîm Yildiz ê ku li ser mafên mirovan xebatê dike ve hatiye amadekirin. Pirtûka ku navê "Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî" lê hatiye kirin bi wergera Ergîn Opengîn a ji îngilizî ji bo kurdî ji Weşanên Avestayê derketiye.
Pirtûk yek ji wan pirkûkên pêşîn e ku bi karesata kurdên Sûriyeyê ve dadikeve. Kurd mezintirîn mînorîte ne li Sûriyeyê, û hêj jî di warê mafên mirov de tûşî gelek neheqiyên nedîtî dibin. Ligel kitêbên din ên Kerîm Yildiz -The Kurds in Iraq û The Kurds in Turkey- ev kitêb, xwe dispêre tehlîlên wî yên berfireh ên sebaret bi rewşa mafên mirov ya mezintirîn grûba etnîk a bêdewlet li dinyayê.
Yildiz, rewşa hevçerx a urdên Sûriyeyê, di çarçoveya dîroka Sûriyeyê de û di wê rewşa wê ya niha de ku ji layê DYA'yê ve bi dewleteke deryasayî dihê girtin, vedikole. Halê hazir, sedî pêncehê dahata Sûriyeyê diçe bo mesrefên leşkerî -lewre Sûriye hest bi gefa cîranên xwe li ser xwe dike, û ev yek di awayê muameleya ligel mînorîteyan de diyar dibe.
Kerîm Yildizê di pirtûkê de li ser ziman, perwerde, dîn û dîrok jî tê de hemû rehendên jiyana kurdî ya li Sûriyê disekine; rewşa mafên mirovan kurdên Sûriyeyê radixe ber çavan.
KERÎM YILDIZ kî ye?
Kerîm Yilduz li Çewligê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya masterê li ser Hiqûqa Navneteweyî ya Mafên Mirov li Îngilistanê temam kiriye û di sala 1992 de wekî endamê damezrîner û dîrektorê Projeya Mafên Mirovan a Kurd li Londonê (PMMK-Kurdish Human Rights Project KHRP) bû berpirsê sepandina projeyên ku PMMK'yê bi rê ve dibirin. Yildiz li ser mafên mirovan xebata xwe didomîne û di heman demê de endamê rêxistinên Pena Îngilistanê û Pena Kurd e.
Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî / Kerîm Yildiz / Wergera ji îngilizî: Ergîn Opengîn / 224 rûpel