Diyarname
Ji roja serîlêdanan dest pê kiriye hê kesekî ji bo pêşberendamtiya Şaredariya Amedê serî li AKP'ê nedaye.
Ji bo hilbijartina herêmî ya 29'ê adara 2009'an wekî partiyên din AKP'ê jî roja serîlêdanê di 10'ê sermawezê de da dest pê kirin. Ji wê rojê heta niha 23 roj derbas bûn hê kesekî/e ji bo pêşberendamtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serî li AKP'ê nedaye. Tê gotin ku ji bo navçeyên Sûr, Yenîşehîr û Kayapinarê serîlêdan çêbûne lê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin hê tu serîlêdaneke pêk nehatiye.