Nivîskarekî din li qunciknivîskarên me zêde bû: Yeqîn H. Yeqîn H. ku heta niha carinan nivîs ji bo malpera me dinivîsand ji niha û pêde wekî nivîskarekî rêk û pêk ê Diyarnameyê dê du hefteyan carekê nivîsa xwe pêşkêşî we bike.
Nivîskarê me Yeqîn H. ji Şemrexa Mêrdî ye, li Mêrsînê ye û xwendina xwe jî didomîne.
Yeqin H. bi karê muzîkê re radibe û rûdine. Di 1996’an de Koma Hemdem ava kir. Di avakirina NÇM’ya Mêrsînê de cin girt, di 2001’ê de veqetiya. Heman salê bi piştgiriya çend hubiralêsan (çend lawên bavan), bi sê Donkîşotan re xwe li Kevanê (kovara wêjeyî hunerî) rakişand lê tîr lê bariyan û hejmarek ji tiliyên destekî derbas kirin! Di 2004’an de komeke bi navê MAHABAD ava kir (koma muzîkê) digel du kesêr jirêderketî!
Ew digel muzîkê li ser helbestê disekine û bi vir û wî de alî de diçe û tê. Li gor gotina wî; “Dosyayeke helbestê amade ye, rehma weşanê dipê! û ya wergerê jî (bijareya helbestên Îlhan Berk) li ber destên weşanger, li bendî Godotyê xwe di sekratê de ye!”
Heta niha nivîs, werger û helbestên Yeqîn H. di gelek kovar, malper û rojnameyan de hatine weşandin. Nivîskarê me Yeqîn H. mehê du caran, dê her 5 û 20’ê mehê nivîsa xwe ya nû pêşkêşî we bike.
Û nota dawî: Li ser daxwaza wî em tîpên navên wî bi tîpên biçûk dinivîsin.
Diyarname