Jetê Elvis Presley tê firotin
Diyarname
Ev jetek ne ji rêzê ye; zemanek hunermendê navdar Elvis Presley bikar aniye, hundirê wê li gor dilê xwe dîzanyn kiriye. Jet bi rengê sor e, kursiyên li hundir bi rengê pembeyî hatine çêkirin. Yê ku bikire û bixwaze bikar bîne helbet divê gelek pereyên din lê xerc bike ji ber ku gelek kevn bûye.
Par ev jet bi 430 hezar dolarî hatibû firotin, lê kesê ew kiriye niha dixwaze wê bifroþe. Loma jet carek din ketiye mezatê. Heta 27'ê meha tîrmehê kesên bixwazin dikarin buhayê pêþkêþ bikin.
Muzîkarê efsanewî yê amerîkî Elvis Presley gelek salan ev jet bikar anî lê zêdeyî 30 salan pîsta bajarê Roswell a New Meksîko radiweste.
Elvis Presyel stranbêj, muzîkar û lîstikvanê sînemayê bû. Di 8'ê rêbandana sala 1935'an de hatiye dinê û di 16'ê gelawêja 1977'an de miriye.
Ew wekî kralê Rock'in Roll hatibû bi nav kirin. Ji muzîka dêrê heta muzîka populer, ji Rock'n Roll heta þêweya Blues bi gelek cureyî hunera muzîkê pêþkêþ dikir. Bi navê "It's Now or Never" stranên operayê jî pêþkêþ kir.