Ji hemû bajarên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê, bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH û YDG-H û saziyên civakî, li hember êrîşên li dijî Rojava, girseya gel wê di 5'ê gelawêjê de bimeşe Serêkaniya ser xetê.
Li Rojava pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Eniya El Nusra de didomin. Di 16'ê tîrmehê de piştî ku endamên Eniya El Nusra êrîşî YPJ'ê kirin YPG'ê bersiv da êrîşan û hakîmiyeta bajarê Serêkaniya ya binxetê bi dest xist. Di demên dawî de pevçûn bi taybet li Girê Spî (Til Ebyad) û Til Xelefê didomin. Di pevçûnên heta niha de endamên Eniya El Nusra û El Qaîdeyê bi sedan windahî dan.
Duh li bajarê Qamişlo li hember endamê Desteya Bilind a Kurd Îsa Hiso êrîşa bombeyî pêk hatibû û Hiso jiyana xwe ji dest dabû. Gelek partî û rêxistinên kurd nerazîbûn nîşanî erîşê dabûn. Îro jî li Hesekê û Girkê Legê êrîşên bombeyî pêk hatin û gelek kes birîndar bûn. YPG'ê li hember êrîşan seferberî îlan kir û bang li her kesî kir ku li hember êrîşan berxwedana Rojava biparêzin.
Bi rojan e li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê êrîşên li hember Rojava tên şermezar kirin. Ji hemû bajarên bakurê Kurdistanê û metropolan dê kurd di bin pêşengiya KCD, BDP, DOKH û YDH-H û saziyên civakî lde i hember êrîşên li dijî Rojava 5'ê gelawêjê meşê li dar bixin û biçin navçeya Serêkaniya Rihayê.
Foto: Îhsan Kaçar


