Kakşar OREMAR / BERLÎN
Zext û zordariya rejîma Îranê ya li ser gelê kurd berdewam e. Di çarçoveya van zextan de rejîm rojane siyasetmedar, hunermend, xebatkar û sivîlên kurd ên li rojhilatê Kurdistanê binçav dike, digire, îşkence dike û bi gelemperî jî cezayê bidarvekirinê dide. Rejîma zordar herî dawîn jî hunermend Erdelan (Nûrmihemed Efşar ) girt.
Hunermendê kurd Erdelan ku çalakvanê kar û xebatên çand û hunerî yê, ji hêla îstîxbarata Îranê ve hat girtin. Erdelan rêveberê Koma Telgramê ya bi navê ‘Kom Muzîk’ bû ku tenê stran û klîbên bi zimanê kurdî ji hunermendên çar perçeyên Kurdistanê re belav dikir. Zêdetirî 40 hezar endamên komê hene ku bi gelemperî ji kurdên Xorasanê ne. Di demeke ku kom hatiye blokekirin, hunermend Erdalan bi dehan caran rastî gef, lêdan, biçûkxistin û bêrêziyê hatiye. Di dawiya dawîb de jî rejîma Îranê salekê cezayê girtîgehê li hunermend Erdalan birî û ew xistin girtîgeha bajarê Bunûrdê.
Her xebat wekî sûc nîşan dane!
Nûrmihemed Efşar (55) heta niha gelek caran hatiye girtin û niha jî bi tewanên wekî ‘Antîpropagandaya li dijî sîstema desthiltdar a Îranê yên bi armanca lihevxistina ewlehiya millî’ , ‘Vexwendina xelkê ji bo serhildan û şoreşa li dijî rejîma Îranê’ , ‘Dan û standinên bi kurdên rojhilatê Kurdistanê re û bi taybetî jî hatin-çûyîna nava kurdên wilayeta Urmiyeyê’ , ‘Peywendiyên bi rêxistinên siyasî yên li Kurdistanê û derveyî sînorên Îranê’ û ‘Hewldanên wî yên bi rêya hunerê ji bo şiyarkirin, hevnasîn û hevgirtina kurdan bi rêya stran û muzîkê’ tê sûcdarkirin.
Tendûristiya Erdalan nebaş e
Hat zanîn ku hêzên îstîxbaratê yên rejîmê, hunermend Erdalan deh rojan li bajarê Bucnurdê girtine û piştî lêpirsînê jî sewqî dadgeriya şerîata îslamî kirine. Dadgeriyê jî di 10’ê hezîranê de Erdelan şandina zindana navendî ya bajar. Hunermend Erdelan tevî temenê xwe yê mezin, kezeba wî diêşe û ev jî metirsiyê li ser jiyana wî çê dike. Erdalan, ji şêniyên Şêrwan a bakurê Xorasanê ye.
Di şerê Îran-Iraqê de cih girtibû
Hêjayî gotinê ye ku hunermend Erdelan bi qasî 30 salan di nava hêzên leşkerî ya Îranê de bi berpirsyarî cih girtî ye û tev li şerê Îran-Iraqê jî bûbû. Piştî ku teqawît dibe jî tev li xebatên çandî û hunerî dibe. Her wiha ji bo danasîna dîroka kurdên Xorasan û Kurdistanê jî xebatên berbiçav dimeşîne.
Kurdên Xorasanê xebatên girîng dikin
Dema ku li çar parçeyên Kurdistanê tevgera siyasî ya kurd berfirehtir bûn, çîna rewşenbîr Xorasanê jî bi awayekî berfireh dest bi çalakiyên wêjeyî û hunerî kirin. Kesayetên weke Kelîmûlah Tewehûdî, Elîriza Spahî, Dr. Sadiq Ferhadî, Roya Îsmaîliyan, Artîn Xûcestê, Yelda Ebbasî, Elîriza Şayêstêh, Diyar Elîniya, Cewad Elîkurdî û çend kesayetên din xwestin bi rêya naskirina dîroka xwe, xwedî li mafên xwe yên neteweyî derkevin. Hinek ji wan gelek caran hatin girtin û ceza kirin jî lê tevî vê yekê jî xebatên xwe berdewam kirin.
Gef û îşkence jî pêşî li pêşveçûnê nagire
Rejîma serdest a Komara Îslamî ya Îranê li dijî liv û xebatên kurdên Xorasanê bi tundî sekiniye û her tim bi rêbazên weke lêdan, tehdîd, îşkence, zindanîkirin û bi rêya hinek kesên xwefiroş dest bi terora şexsiyeta mirovên sernas kiriye. Lê tevî vê jî biserneketine. Berevajî vê zextê, kurdên bakurê Xorasanê û deverên din ên Îranê sal bi sal zêdetir tev li çalakiyên ferhengî û bîranên dîrokî dibin.
Tu agahî nayên girtin
Ji ber zexta giran a rejîma Îranê, kes nawêre behsa girtin û tehdîdên li dijî çalakvanên siyasî, ferhengî û hunerî yên kurdên Xorasanê bike. Heta ji bo amadekirina vê nûçeyê jî kesek ji malbata Erdelan amade nebû ku agahiyên zelal û pêwîst bi me re parve bikin
Ji E-rojname hatiye girtin


