Vane gotinên ku Zana ji Erdogan re gotin
Enqere
Mebûsa BDP'ê ya Amedê Leyla Zana duh bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtineke pêk anî. Hevdîtina Zana û Erdogan saetek û 40 deqîqe dom kir. Îra Zana li ser vê hevdîtinê daxuyaniyeke da. Zana di daxuyaniya xwe de zêdetir li ser gotinên ku wê di hevdîtinê de anîne ziman sekinî. Piþtî daxuyaniyê Zana nehiþt rojnameger pirsan bipirsin û dawî li daxuyaniya xwe ya çapemeniyê anî.
Vane gotinên Zana:
- Ez wekî mebûsek sozên min ên ji bo gelê tirk û kurd hene. Pêþî yê kurdan wekî gel mafên wan hene.x
- Pêdiviya TirkiyeYê bi aþtî û diyalogê heye.Ji bo vê yekê divê rewþek bi ewle saz bibe. Digel hewldanên rûbirûbûna tirsê, girtin û dozên ku vedibin dike ku pêdivî bi gavavêtinên biçûk na, bi gavên ji dil ên ber bi pêþ ve hene. Ji bo avêtina van gavan û aþtiyeke bênavber divê her kes barê bikeve ser milê xwe bîne cih. Min ev anîn ziman.
KOMKUJIYA ROBOSKÎ
- Komkujiya Roboskî, tiþtên li girtîgehan dijîn û þîdeta polîsan. Ev hemû dikin ku xwîn ji birînên me yên nekewandî bê. Pêdivî pê heye ku her tiþtê tê jiyîn bi awayekî eþkere bê ser ziman. Min ji Erdogan re jî got êdî ji bo gelên me gotin û soz têrê nakin.
- Dewlet divê lêborînxwestina ji gel wekî kêmasiyeke nebîne; yên ku dixwazin dewlet lêborînê bixwaze gelê wê bi xwe ye.
MESELEYA OCALAN
- Welatek ku tabûyek wekî îdamê têk biriye, dikare bi rehetî ji bo Ocalan biryara hepsa malê bigire û ev yek gaveke jiyanî ye.
- Biryara dersa hilbijêr a kurdî gaveke erênî ye lê kurd daxwaza perwedehiya bi zimanê zikmakî dikin û ev gav ji bo vê daxwazê têrê nake. Li dinyayê tu gelekî bi pereyan zimanê xwe hîn nabe û ez li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî sekinîm.
- Birîna me nekewiyaye û xwîn jê tê. Ji ber vê yekê daxwazên ne di cih de bin pêk nayên. Gotina 'Dest ji çekan berdin dê operasyon rawestin' ne daxwazeke rasteqîn e. Ez li ser vê yekê sekinîm. Divê pêvajoya Osloyê careke din bidome.
- Hevdîtina me di asteke nazik de derbas bû. Serokwezîr bi baldarî guh da daxwazên me.
PÊDIVIYA AÞTIYÊ
- Bila bê zanîn ku ez li gor aqil, wijdan, dil, ceribandina xwe ya polîtîk û bi pêþbîniya xwe tevgeriyam. Ji ev hevdîtin di navbera kî de pêk hat wêdetir, encamên wê girîng in. Ez dipirsim ji bo pêþiya vê pêvajoya xitimî vebe divê hê çend nifþ derbas bibin? Têkoþîna ku HEP, DEP, HADEP, DEHAP, DTH, DTP, BDP û yên din dane nîþan daye ku, li ser vê axê pêdiviya her kesî bi aþtiyê heye. Ji bo vê yekê ez, ew, qet ferq nake. Her kes, hem gelên Tirkiyeyê, hem kurd divê di nava pêvajoya çêbûna aþtiyê de cih bigire. Ji ber ku pêdiviya aþtiyê bi xebateke hevpar heye. Bi hêviya ku dê hêvî her bilind û mezin bibin.