Mêrdîn
Di çarçoveya 3'emîn Şahiya Fîlman a li Navçeya Nîsêbînê de fîlm têne nîşandayîn. Gel eleqeyek baş nîşanî fîlman dide.
Şahiya Fîlman ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ve tê li dar xistin. Li Parqa Mûsa Anter ku ji serê heftê heta niha fîmên bi navê, "Zarokên Bihûştê", "Pervane", "Bahoz" û "Hêvî jî bi qede" hatin nîşandin bi eleqeyeke baş re rû bi rû man.
Duh êvarî jî fîlmên bi navê "351" û "Sonbahar (Payîz)" hatin nîşandayîn.
3'emîn Şahiya Fîlman ku di 20'ê tîrmehê dest pê kir dê hata 18'ê gelawêjê bidome.