Cemil Oguz
Çîroknûs Mehmet Dîcle vê carê bi pirtûka xwe ya çîrokan, bi "Nara"yê, Naraya hezkiriya dengbêj Arif, dilsotînera Kejo derket pêşberî xwendevanên xwe.
Mehmet Dicle berî niha bi çend salan yekem pirtûka xwe ya çîrokan bi navê "Asûs" weşandibû û di nav çîroknûsiya kurdan de ji xwe re ciheke baş vekiribû. Dicle niha pirtûkeke din a çîrokan pêşkêş kir û nîşan da ku di tifinga pênûsa wî de ne tenê guleyek hê gelek gule hene.
Di "Nara"yê de çîrokên bi navên Leylan, Nara, Hevîna Evînê, Çivîkên Şîn û Serkîsof, Agirê Zuleyxayê, Kuça Filan, Şekirê Eydê, Beysûs hene ku her yek ji yeka din cihêtir, balkêştir e. “Nara’’ ku ji Weşanên Avestayê derketiye, ji aliyê naverok, stîl û vegotinê ve ji gelek çîrokên cihêreng pêk tê. "Nara" ji nav kurdan, ji nav civaka kurdan kîteyan bi zimanekî çîrokî, hezkirinan, kuştinan pêşkêş dike. Neynikek dide ber civakê, klaman distrê, derd û kulan dirijîne.
Mehmet Dîcle carinan kurekî ciwan dike evîndarê keçeke alman û wî dişîne Almanyayê bêyî dilê diya xwe; carinan mirov şaşwaz dike ji ber ku kurikek bi xaltiya xwe re radizê.
Çîroka Serkîsof pêşkêş dike; Saeta serkîsof a sîh salan ji xwe re dike pisûlaya rêwîtiyê û di dawiyê de mirina xwe bixwe dibîne xwediyê serkîsofê yê dawî.
Dema dengbêj Arif qala Narayê dike yek dike sed, sed dike hezar, dibe evîndarê wê, xwendevan jî di dema dixwîne de dile ber didê û her kes dipirse digel Kejoyê mehkûmê sê eşîr û çar dewletan ji Arif; "Gelo heye jineke wisa li ser rûkê vê dinê?"
Helbet heye li ser rûyê vê dinê wekî Narayê. Û em niha guh bidin çîrokê bi xêra Narayê: "Kejo nanekî germ hilanî ji teşta nanpêjeke pîr. Bêhna nanê germ ew birçîtir kir.
Ew karxezal bi xwe ye! Dinya sekinî wê demê, kulîlkên berfê man li hewa, neketin erdê, bêhna nanê germ xwe tev neda, bo ku tev de bibin şahidê wê demê.
Destên wê di bin her du çengên wê de ziq li Kejo dinêrî, ji navbera deriyê mitbexê.
Ev Kejo bi xwe ye.
Heye jineke wisa li rûkê vê dirê. Arif rast gotiye.
Hene çavên bazan bi mêrekî ve.
Kumê zêrîn, kembera zîvîn.
Tifinga ecem. Kefiya hevrêşimî (...)
Her du awiran gotin ji hev re, hemû tiştên ku mêr û jinekê karibin di cara pêşîn de ji hev re bêjin. Ne kêm ne zêde.
Dilê Kejo ma li hewşê, ew çû."
Her çiqas wekî her amediyekî hindik be jî hin şaşiyên nêr û mêtiyan di hevokan de hebin jî zimanê Mehmet Dicle zimanekî serketî ye. Çîrokên wî jî bi vî awayî. Ew ne tenê dinivîse, dibêje, xwendevanên xwe dixe nav xeyalan, dikişîne nav çîroka xwe; dibe dikana Hecî Husênê katibê teqawid, li wê derê wan dixe rêza nivîsandina daxwaznameyan; dûre dibe 'civata jinan ên şêhriyeyê dibirin' û digerîne li nav çand û jiyana kurdan. Aliyê herî serketî yê Mehmet Dicle ew e ku her çîrokek wî parçeyeke ji wî, ji me, ji kurdan e. Wî di pirtûka xwe ya bi navê "Asûs" de ji xwe re welatekî bi navê "Asûs" ava kiribû ji çîrokên xwe; di "Nara"yê de jî her balê dikişîne ser welatê Asûsê, ji wê derê mînakan, çîrokan pêşkêş dike.
Weşanxaneyê di danasîna ku ji bo "Nara" kiriye de wisa gotiye: "Mehmet Dicle, ji gotina kilamekê dastanek nûdem çêdike. Hay ji vî navî hebin. Stêrkeke geş li asîmanên Kurdistanê, li edebiyata kurdî zêde dibe." Bi ya min Dîcle bi "Asûs"ê dest bi biriqandinê kir û ew bi "Nara"yê vê biriqandina xwe ya li nav edebiyata kurdî didomîne. Em hêvî bikin ku wê hubra pênûsa Dicle her biherike.
Mehmet Dîcle kî ye?
Nivîskar Mehmet Dîcle di sala 1977'an de li Hezroya Amedê hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Stenbolê beşa Erdnîgariyê mezûn bûye. Dicle, di kovara Rewşen-nameyê de kar kiriye û yekem berhema wî bi navê "Asûs" ji Weşanên Tevn derketibû. Dîcle niha li Stenbolê mamostetî dike û li wir dijî.
Nara / Mehmet Dicle / Weşanên Avesta / Çîrok / 104 rûpel