Diyarname
Hêzên QSD'ê ev 61 roj in Reqa dorpêç kirine, ketine nav û gav bi gav wê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin. QSD'ê niha Keleha Harûnê Reşîd ji destê çeteyan rizgar kir.
QSD'ê heta niha taxên Meşleb, Sînaa, Bîtani, Sebehîye, Qadesiyê, Romanî, Yermuk, Hattîn, El Cezra rizgar kiribûn duh jî taxa El-Kerim ku li aliyê bakurêrojhilatê bajêr e rizgar kirin.
Leşkerên QSD'ê ji çar aliyan ve ber ber bi p^şe ve diçin û niha dikin ku Taxa Kevn a Reqayê rizgar bikin.
Ji serî heta niha leşkerên QSD'ê kelehên wekî Necm, Caber û Til Harkelah ji DAIŞ'ê derxistibûn, niha jî Keleha Harûnê Reşîd rizgar kirin. Ev keleh di dema Ebbasiyan de hatiye çêkirin, di kolandinên sala 1907'an de hat dîtin. Keleha ku wekî "Keleha Jinan" jî tê nasîn ji aliyê Daîreya Berhemên Dîrokî yên Rejima Sûriyeyê ve bi tûleyan hatibû restorekirin. Keleha ku li Taxa Kevn a Reqayê ye hema nêzî sûrên dîrokî ye. Ev keleh 400 metre ji Deriyê Bexda yê bajêr dûr e û niha êdî di destê QSD'ê de ye.