Diyarname
Li gelek bajarên Rojava bi çalakiyan 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin.
Va ne ew çalakî:
LI REQAYÊ NAVENDA SZK’Ê HAT VEKIRIN
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê bi şahiyekê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) vekir. Şahî bi diruşma "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekê rewa û bingehîn e", bi beşdariya kesayet û saziyên sivîl ên ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk dihatin li dar ket..
Mihemed Elî bi navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê, Hêvîn Îsmaîl bi navê Meclisa Rêveber a Reqayê û hevseroka SZK'ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Viyan Hesen axaftin kirin.
Hêvîn Îsmaîl di peyama xwe de got zimanê Kurdî ji 2011'an ve tê vejandin û got: "Îro yekemîn saziya fermî ya SZK’ê, li kêlek zimanên din ên erebî, tirkmenî û çeçenî, li Reqayê vedikin. Em vê saziyê diyarî her dayikek di oxira parastina nasname û zimanê de tê koşiyaye dikin."
LI HELEBÊ ŞEVBUHÊRK Û BIBÎRANÎNA CEGERXWÎN
Bi heman boneyê, Navenda Lêkolînan a Jineolojî li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê çalakiyeke li dar xist. Di çalakiyê de helbestvanê nemir Cegerxwîn wekî sembola parastina zimanê kurdî hat bibîranîn. Piştre stran û helbest hatin xwendin û sînevîzyonek li ser jiyana helbestvan Cegerxwîn hat nîşandayîn.
LI QAMIŞLO ŞAHIYEKE GIRSEYÎ: BÊ ZIMANÊ JIYAN NABE
Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li rojavayê Kurdistanê şahiyeke mezin li Parka Xwendinê ya Qamişlo li dar xist. Di şahiyê de bi dehan mamoste, rewşenbîr û şêniyên bajêr amade bûn. Ebdusemed Mehmûd û Berzo Mehmûd peyam xwendin. Di peyaman de girîngî bi girêdana bi zimanê kurdî hat kirin.
SZK'ê ya bajarê Qamişlo jî çalakiyeke taybet li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar xist. Di çalakiyê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî beşdar bû.
Semîra Hec Elî soza domandina têkoşînê li dijî rejîmên ku hewl dida nasnameya gelê kurd tune bikin dubare kir û got zarokên gelê kurd wê mafê xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de wergirin.
Di dawiya çalakiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.
Di herdu çalakiyan de berhemên hunerî û helbest ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Rojava û rewşenbîrên herêmê ve hatin pêşkêşkirin.
LI TIL TEMIRÊ 2 DEWREYÊN PERWERDÊ DER ÇÛN
Bi heman boneyê, Rêveberiya Dibistanan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) 2 perwerdeyên ku 60 mamoste û endamên saziyên civaka sivîl tev lê bûn, bi dawî kirin. Her dewreyeke perwerdeyê mehekê dom kir û tê de dersên li ser girîngiya zimanê kurdî û hişyarkirina civakê hatin dayîn.
Hevseroka PYD'ê ya Til Temirê Ronaz El Yûnis di şahiya got: "Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin ku pêwîstiya wê bi yekkirina kedan û pêşxistina asta zanabûna civakê heye."
Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a bajêr Xidir El Elêwî jî got: "Sîstema perwerdehiyê mafê fêrbûna bi zimanê dayikê yê hemû pêkhateyan mîsoger kiriye."
Di dawiya çalakiyê de bawername li derçûyiyên herdu perwerdeyan hatin belavkirin û govend hatin gerandin.
ÇALAKIYA LI HELEBÊ: EMÊ NIFŞÊN ZANA Û REWŞENBÎR AVA BIKIN
Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya bajarê Helebê li Dibistana Şehîd Alan Mihemed a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya girse şahiyek li dar xist. Gelê wir bi cilên xwe yên kurdî tev li şahiyê bûn.
cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Arîn Henan û hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Helebê Zehîde Reşîd axivîn.
Arîn Henan got divê zimanê dayikê li hember heldandinê were parastinê, ji ber ku ziman nasnameya gelan, çand û mîrasa wan a dîrokî ye.
Zehîde got girîngiya ziman ne tenê di navgîniya wê de ye, lê digihîne heta parastina dîrokê û dabînkirina siberojê jî û diyar kir ku ew ê wekî Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê nişfên zana û rewşenbîr ava bikin, ku zimanê kurdî bi pêş bikeve.
Di dawiyê de xwendekar û hejmarek mamosteyan stran gotin û dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.
TIL BIRAK'Ê, 'EM BI VÊ DESTKEFTIYÊ SERBILIND IN'
Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Birakî jî şahiyek li Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên partiyên siyasî û Desteya Perwerde û Fêrkirinê li dar xist.
Hevseroka komîteyê Necla Xidir axivî: "Ji destkeftiyên mezin ên şoreşa me ew e ku her pêkhateyek bi navê xwe fêr û perwerde dibe. Em bi vê destkeftiyê serbilind in."
Endama komîteyê Bêrîvan Mio jî banga parastina zimanê kurdî kir. Her wiha mamoste Aldar Mehmûd jî wisa got: "Piştî înkara bi salan divê em zimanê xwe yê dayikê zindî bikin û biparêzin. Divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were naskirin."
Di dawiyê de çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin. Zarokan jî şanoyek pêşkêş kir.
Agahî me ji ANHA'yê dan hev

**
Nûçeyên Eleqedar:
- Beytên helbestvanên kurd li erdê neqişandin lê nîqaş jî çêbûn
- Ji bo ziman li sedan cihan bi sedan çalakî hene
- Fotoyê rojê ji bo Cejna Ziman tê
- PEN'a Kurd konferansek li dar dixe
- Bang ji bo Pêkanîna Bendên Manîfestoya Gîronayê
- Babat: Em xizmetek ji bo ziman dikin
- 'Sosyo-Polîtîkaya Ziman' wê bê nîqaşkirin