logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Di Newrozê de 4 daxwazên bingehîn ên kurdan

Hevserokên Giştî yên KCD û BDP'ê bernameya Newroza 2012'yan û peyamên dê di Newrozê de bibin aşkera kirin. Hevserokan di

  • Dîrok: 14/03/2012
  • Beş: Nûçe

AMED
Hevserokên Giştî yên KCD û BDP'ê bernameya Newroza 2012'yan û peyamên dê di Newrozê de bibin aşkera kirin. Hevserokan diyar kir ku ji bo tevlîbuna Newrozê kêm bikin hinek derdorên çapemeniyê weşanan dikin û ev yek provokosyon e û wiha gotin: "Em teqez destûrê nadin rageşiyan" Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku Newroz roja yekîtiya kurdan e û wiha got: "Daxwaza hemû kurdan 4 daxwazên bingehîn ên dest jê nayê berdan in. Nasîna nasnemeya kurd, perwerdehiya zimanê zikmakî, statuya siyasî û mafê rêxistinbûna kurdan."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî wiha got: "Newroza 2012'yan destpêka hêviyekî nû ye."

Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP), têkildarî bernbameya Newroza 2012'yan û peyamên di Newrozê de bê dayîn li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Parlementerê BDP'ê yê Amedê Nursel Aydogan, endamên Lijneya Kordînasyona KCD'ê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên BDP'ê tevlî civînê bûn. Di cîvînê de têkildarî pîrozbahiyên Newrozê de Hevserserokan agahî dan û bertek nîşanî nûçeyên "Dê guleyan berdin ser gel" dan û anîn ziman ku ew dê tedbîran li dijî vê yekê bigirin. Hevserokan, diyar kir ku armanca van nûçeyan provokosyon e û xwest ku tu kes baweriya xwe bi van nûçeyan neyîne. Hate gotin ku dê li 130 navenda pîrozbahî pêk bên û li gel vê yekê bi sedan cihan jî dê gel bi înîsiyatîfa xwe Newroz pîroz bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Newroz tenê ya gelê deng dane BDP'ê nîn e, Newroz roja yekîtiya neteweyî ya kurdan e. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di Newrozê de dê daxwazên hemû kurdan ên "Nasîna nasnameya kurdan, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, statuya siyasî û mafê rêxistinbûna kurdan" bînin ziman. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo vê yekê dê li Qada Newrozê starta kompanyaya îmzayan bê destpêkirin.

Turk: Teqez em destûrê nadin rageşiyan

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku strata pîrozbahiyên Newozê dê di 18'ê adarê de li Amed û Stenbolê bê dayîn û wiha got: "Em têkoşîna azadiyê didin. Em ji bo hiqûqa gelê me pêk bê kedê didin." Turk, bal kişad ser nûçeyên hinek çapemeniyên nêzî AKP'ê yên "Dê di Newrozê de guleyan li gel bi barînin" û bertek nîşanî vê yekê da û wiha axivî: "Em ji bo qêrîna xwe bidin bihîstin xebatan dikin. Lê li gel vê yekê jî di hinek çapemeniyê de nûçeyên qirêj tên çêkirin û dixwazin provokosyonan bikin. Em dê Newrozê ji bo dengê xwe bidin bihîstin pîroz bikin. Em dê tedbîran bigirin. Em teqez destûrê nadin rageşiyan. Em dê tedbîrên vê yekê jî bigirin. Hinek dixwazin ji bo ku tevlîbûn çênebe nûçeyên reş çêdikin. Em vê yekê baş dizanin. Gelê ji bo ku xwedî li têkoşîna xwe derbike divê li qadan be."

Kişanak: Newroza 2012'yan ji bo gelêk kurd dê bibe pêvajoya serkeftinê

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî diyar kir ku Newroz dê li 130 navenda bê pîrozkirin û xebat berdewam dikin û wiha got: "Gelê me dê daxwazên xwe bînin ziman. Newroz ji bo kurdan vejîn û lêgerîna azadiyê ye. Di pêvajoyên gelê kurd pirsgirêkên jiyîn her tim Newroz bûye destpêka serkeftinê. Newroz 2012'yan jî dê wisa be. Em vê coş û kelejana gelê xwe dibînin. Zêdehî 6 hezar siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne. Em her roj cenazeyan radikin. Li gel 3 meha bi ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn hêj tu tişt derneketine holê. Tecrîda li Îmraliyê helwasta şer hêj kur bikin e. Daxwazên gelê kurd ên çareseriyê bi raya giştî re hatin parvekirin. Em dê di Newrozê de çareke din pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi raya giştî û hemû cîhanê re parve bikin. Em dê bi hêz bersiva pêvajoyê bidin."


Tugluk: Ev gel dê xwedîderketina li birêz Ocalan careke din nîşan bide

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk diyar kir ku bi kelecaneke mezin de ne û wekî hemû Newrozan Newroza sala 2012'an jî ji bo gelê kurd pir girîng e û wiha got: "Hemû gelê me di ferqa hesasiyeta pêvajoyê de ye. Emê li hemû qadan ji 7 salî heta 70 salî qadan tije bikin. Gelê me dê azadiyê biqîrin. Dê ji bo kesên ku digotin 'em ê tune bikin' dê peyama 'em tune nebûn li vir in' bê dayîn. Ev gel dê careke din nîşan bide ku li nirxên xwe xwedî derdikevin. 7 mehan zêdetire birêz Ocalan di tecrîdê de ye û dê li birêz Ocalan xwedî derkevin. Em ê bi yek dengê daxwazên xwe bînin cih. Hêviya me ew e ku cihên eleqedar peyamên Newrozê fêm bikin. Di Newrozê de mebesta me ew e ku ji bo destpêka pêvajoyeke nû bi qîrînek."

Demîrtaş: Newroza 2012'a dê bibe destpêkek nû

Hevseroka BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ji Kawayê Hesinkar heta niha agirê Newrozê belasebep pênakeve û wiha got: "Çawa ku di salên 1980'î de li zindana Amedê de bi 3 niftikan agirê Newrozê belasebep pêneketibe, heta niha tu agirê Newrozê jî belasebep pêneketiye." Demîrtaş diyar kir ku Newroza 2012'an dê bibe destpêkek nû û wiha axivî: "Newroza 2012'an li gorî salên berê dê bêtir bi kelecan û tevlibûnan bê pîrozkirin. Bi motivasyona guhertinên siyasî yên li Rojhilata Navîn ve dê bibe Newrozeke bi hêz. Li gorî salên berê ferq ew e ku peyamên siyasî dê bêtir derkevin pêş. Di salên 1990'î de gel li dijî qedexekirina Newrozê bi însiyatîfa xwe li Newrozê xwedî derketiye, hêza çareseriya siyasî ya Newrozê derxistiye holê û Newroz guherandina nasnameyekê."

Demîrtaş bilêv kir ku divê Newroza Amedê wisa bi heybet be ku ew roj hemû kes li qadan be û ji cîhanê re peyama 'em biryar in ku bi nasnameya xwe azad ve li welatê xwe Kurdistanê bi azad bijin' û wiha got: "Li wir sekna yekitiyê ji bo hemû cîhanê peyama herî mezin e. Kesên ku tên li wir tenê kesên ku dengê xwe didin BDP'ê nîn in. Hemû kesên ku li ser erdnîgariya xwe dixwazin jiyaneke azad bijîn li wir kom dibin. Ev tenê pîrozbahiya parteyekî nîne, îfadeya yekitiya neteweyî ye."

Qada Azadaiyê Newroz

Demîrbaş balê kişand ser nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema kum e der barê Newroza îsal de şibaneineke wekî yên salên 1990'î kir, çapemenî vê agahiyê kişand ber bi aliyekê ve û nûçeyên ku mêjiyan tevlihev dike weşandin ku tu eleqeya van nûçeyan bi rastiyê re tune ye. Em ji bo ku Newroz di aliyê me de ji bo derketina peyamên siyasî û bi awayekî azad were pîrozkiirn me hemû amadekariyên xwe temam kirine. Wê rojê kesê ku li qada Newrozê de dê ji hemû zext û pêkuyiyan re ji operasyonên siyasî û leşkerî ku ev çend meh in bê sekn berdewam dikin re bibêje 'ez li vir im û min tu carî bêdeng nema' Dê bibêje ' min li hemberî parêkirina cenazeyên ciwanan bêdeng xemsar nema', wê rojê li wir bûn tê wateya 'ez li hemberî qetilkirina ciwanên li Roboskê bêdeng nemam'. Kesê ku wê rojê li wir be dê bibêje; 'we em girtin, w eli hemberî me hemû zilma xwe bi awayekî bêperwa meşand lê em teslîmî we nebûn, bi hezaran hevalên me girtî ne lê em bi milyonan li vir in.' Newroz dê bibe Qada Azadiyê. Heke ku peyamên weirn datîn ji aliyê hikûmetê werin fêmkirin û bikevin pratîkê dê ev yek rê li ber çareseriyê û aştiya mayînde vebike."

4 Daxwazên kurdan

Piştî daxuyaniyan Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bersiv da pirsên rojnamevanan û wiha got: "Em Newrozê wekî roja yekîtiya gel dinirxînin. Di her Newrozê de me vexwendnameyên xwe ji pêşengên kurdan re rê kirin. Me di 9'ê adarê de bi siyasetmedarên kurd û kes û derdorên kurdewar re ji bo tifaqa neteweyî civîneke li dar xist û em ê vê Newrozê li ser esasên wê civînê bi hemû aliyên kurdan re bi rihekî neteweyî bi hev re pîroz bikin."
Turk destnîşan kir ku dê di Newrozê de 4 daxwazên bingehîn ên kurdan derkevin pêş û axaftina xwe wiha domand: "4 daxwazên kurdan ên jêneger hene. Yek ji van naskirina nasnameyê yên din mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, statuya siyasî û mafê xwe birêxistinkirina gelê kurd e."
Ahmet Turk eşkera kir ku dê ji bo van daxwazzan li qada Newrozê kampanyaya îmzeyê bidin destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê daxwazên xwe bînin rojeva Tirkiyeyyê."

Ji DÎHA'yê haitye girtin

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Demirtaş: Emê walîtiyê ji holê rakin

- Ji bo BDP'ê qedexe, ji bo Walî serbest e!

- Ev afîşa Newrozê hat qedexekirin

- Di Newrozê de 4 daxwazên bingehîn ên kurdan

- Vaye bernameya Newroza 2012'yan

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

news
  • 01 06 2026

Kongreya Amedsporê li ser ket; va ye lîsteya rêveberî û hedefên wan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Muslim: PDK li dijî YPG'ê hêzek leşkerî dixwaze

ad

Bi 56 mîlyon dolarî tablo hatin firotin

ad

Ersanli û 15 kesên din hatin berdan

ad

'Ti embar nêgîrê de tuyê çi borê?'

ad

Fûtbolkarên jin li Olimpiyatê dê çong bidin

ad

Ji nivîskarên Diyarnameyê 3 nivîsên nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname