Stenbol
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro bi hunermendên sînemayê re hat ba hev. Vane notên li ser vê hevdîtinê.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro li ofîsa xwe ya li Dolmabahçeya Stenbolê bi hunermendên sînemayê re hat ba hev. Di hevdîtinê de ev hunermend amade bûn:
Yilmaz Erdogan, Hulya Avşar, Oktay Kaynarca, Kenan Işik, Osman Sınav, Semih Kaplanoglu, İzzet Gunay, Kenan İmirzalioglu, Necati Şaşmaz, Cem Yilmaz, Sirri Sureyya Onder, Şerif Goren, Şafak Sezer, Ata Demirer, Mustafa Altioklar, Atilla Dorsay, Yeşim Ustaoglu, Mehmet Aslantug, Kerem Alişik, Ozcan Deniz, Ediz Hun, Mesut Uçakan, Lale Mansur, Tamer Yigit, Hasan Kaçari, Şener Şen, Ata Turkoglu, Tomris Giritlioglu, Turker İnanoglu, Metin Akpinar, Yilmaz Atadeniz, Derviş Zaim, Serdar Gokhan, Orhan Oguz, Umit Utku, Ali Surmeli, Selçuk Çobanoglu, Goksel Arsoy, Demet Akbag, Ekrem Çatay, Semih Sergen, Cem Ozer, Bulent İnal, Gulse Birsel, Erol Avci, Can Gurzap, Guner Ozkul, Meltem Cumbul, Engin Çaglar, Yilmaz Koksal, Bulut Aras, Serdar Erener, Ayşenil Çamlioglu, Ali Gundogdu, Erden Kiral, Mahir İpek, İclal Aydin, Sibel Turnagol, Şahan Gokbakar, Mehmet Ali Erbil, Mine Vargı, Ozhan Eren.
Hunermendên wekî Turkan Şoray, Fatma Girik, Hulya Koçyigit, Filiz Akin, Zeki Alasya, Mujdat Gezen, Mujde Ar û Zuhal Olcay berê diyar kiribûn ku wê beşdarî civînê nebûn.
Vane dîtinên kesên ku beşdarî civînê bûn:
YILMAZ ERDOGAN:
Ez kurdê ji Culemêrgê me lê baş bi tirkî diaxivim. Ev pêşîlêvekirin wê bi xwe re normalbûnê bîne. Kanaleke bi kurdî ya dewletê têrê nake. Bi vî awayî Tirkiye wê ber bi normalbûnê ve biçe, di vê pêvajoyê de çi ji destê min bê ezê bikim.
İCLAL AYDIN:
Ez ji navçeya Qereqoçanê ji malbateke çepgir têm. Bavê min û kalê min bi tirkî nedizanîn. Divê li Tirkiyeyê hin tişt bihata guhartin. Gotina ez elewî me, kurd im, axaftina vê ya bi Serokwezîr re ji bo malbata min girîng bû. Em mûcîzeyeke Tirkiyeyê dijîn. Ez wekî dayikek, wekî kesek ku li Tirkiyeyê dijî kî pêşî li pêşîlêvekirinê bigire ez heqê xwe helal nakim. Ez dilşad im ku li vir im. Ji bo Tirkiyeyê baş çi ji min bê ezê bikim.
SIRRI SUREYYA ONDER:
(Onder ji pirtûka Belma Akçura ya bi navê "Fîlmê Kurd ê Dewletê" mînak pêşkêş kir. Di pirtûkê de tê gotin ku dewlet ji bo piştgiriya têkoşîna bi terorê re piştgirî dide belgefîlmê ku dê 3 mehan de ev temam bibe, lê ji ber astengiyên ecêb ev di 3 salan de temam dibe û dûre jî tê betalkirin.)
MUSTAFA ALTIOKLAR:
(Ji Serokwezîr Erdogan re dibêje) Ez beşdarî fikrên te nebim jî ez te wekî demokratekî dibînim.
OZCAN DENİZ:
Dema ez 8 salî bûm em çûn, ji xalê min re keçikek xwestin, wê çaxê min fêm kir ku ez kurd im. Min nedizanî cudatiya mehzebê, nijadê çi ye.
HULYA AVŞAR:
(Rexne li kesên ku beşdarî civînê nebûn kir) Ez beşdarî her fikrê we nebim jî tiştê ez beşdar dibim tînim ziman. Yên ku ji ber helwesta polîtîk beşdarî civînê nebûne ez vê yekê baş nabînim. Divê niha her kes biaxive."
LALE MANSUR:
Li ser navê "Bangkirên ji bo Zarokan Edalet" ez beşdar bû. Ji bo li ser zarokan biaxivim min ji Serokwezîr civan xwest. Hunermendên din ku beşdarî civînê bûn li ser gelek mijarî axivîn. Civîn baş derbas bû, li ser mijarên sekrotê jî axaftin hatin kirin. Baweriya min ew e ku pêşîlêvekirina demokratîk projeyeke demokratîkbûyînê ye û ez piştgirî didim vê.
EDİZ HUN:
Hevdîtineke baş çêbû, her kesî fikrê xwe anî ziman. Divê bêyî cudatiyeke di navbera ol, ziman û nijadê de hebe her kes hev hembêz bike.