Diyarname
Li Iraqê tevlihevî didome. Di rewşeke wisa de Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokdewletê DYA'yê Joe Biden bi hev re bi telefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê, di axaftina bi telefonê de Biden gotiye ew piştgiriya serxwebûn û ewlehiya Iraqê dikin. Her wiha Biden peyama sersaxiyê ji bo malbatên kesên di pevçûna ligel endamên Tevgera Sadr de canê xwe ji dest dane xwestiye.
Biden bang li rêberên Iraqê kiriye ku di çarçoveya zagona bingehîn de ligel hev diyaloga neteweyî saz bikin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Berhem Salihî banga hilbijartina pêşwext kir