Serokê Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) Yusuf Ziya Ozcan li ser Kurdolojiyê got ku wan dersên Kurdolojiyê û dersên hilbijêr li hêviya rektorên zanîngehan hiştiye.
Ozcan li Entabê, li Zanîngeha Gazîkentê beşdarî konferansa "Ji Dîrokê Heta Îro Wateya Zanîngehê û Perwerdehiyên Nû" bû û dûre derbasî Rihayê bû. Ozcan di gera xwe ya li dora Gola Masiyan de bersiva pirsên rojnamegeran da.
Yusuf Ziya Ozcan li wê derê got ku wan rayeyan Kurdolojiyê li benda erêkirina rektoran hiştiye û ger rektor erê bikin ew wekî YOK'ê dê piştgirî bidinê. Ozcan got, "Rektorên me daxwaz bikin emê jî nebêjin na."
Serokê YOK'ê Ozcan got ku li Zanîngeha Artûkî ya Mêrdînê enstîtuya "Zimanên ku Dijîn" vebûye û da zanîn ku zanîngeh di warê ziman de dikarin bi dersên hilbijêr dest pê bikin.
Ozcan got ku kurdî jî têde dersên hilbijêr bi erêkirina rektoran dikare li zanîngehan dest pê bike, ger daxwaz hebe dê enstîtu jî vebin.