Diyarname
Yek ji qeleparêzên tîma neteweyî ya Spanyayê David De Gea ji ber hat îdîakirin ku ligel keçikek hê "reşîd"* nebûye razaye ji aliyê Teknîk Dîrektor Del Bosque ve ji kadroyê hat derxistin.
Ignacio Allende Fernandez ji ber îstîsmara cinsî, êrîşek cinsî û ticareta mirovan j meha avrêlê ve di girtîgehê de ye û jinek der barê wî de îfade dan dadgehê. Piştî îfadeyan navê lîstikvanên fûtbolê jî ket nava bûyerê.
Navê qeleparêzê Spanyayê De Gea, lîstikvanê Real Madridê Isco, yê Bayern Munîhê Javi Martinez û yê Athletic Bilbao Iker Muniain ligel meseleyek seksê hat eşkere kirin. Jina ku navê xwe eşkere nekiriye gotiye ku ne tenê David De Gea, Iker Muniain ê Althletic Bilbao jî di nav heman tiştî de ye. Jinê got ku dema hê ne reşîd bû, di sala 2012'Yan de di otêlek 5 stêrk de ligel David de Gea û Iker Muniain razaye.
Parêzerên lîstikvanan got ku ji ber miwekîlên wî dewlemend in, dixwazin pere ji wan bigirin loma îdîayên wisa dikin, lê dadgehê ev parastin nepejirand.
Rojnameya El Diario gotiye ku her du lîstikvanan ev sûcdarkirin qebûl kiriye. Li ser vê yekê Teknîk Dîrektorê Spanyayê Del Bosque qeleparêz De Gea ji kadroyê avêt.
Ji bo her du navên din (lîstikvanê Real Madridê Isco, yê Bayern Munîhê Javi Martinez) hê biryarek teqez nîn be jî tê gotin ku dibe navên wan jî lê bê zêdekirin.
David de Gea
Qeleparêz David de Gea di sala 1990'î de hatiye dinê û ji sala 2011'an ve di Manchester United de dilîze.Ew di tîma neteweyî ya Spanyayê de piştî Callas qeleparêzê duyemîn e. De Gea: Ev îdîa ne rast in Di vê navberê de piştî van pêşketinan qeleparêz De Dea civînek çapemeniyê li dar xist û got: "Li hemberî van nûçeyan ez gelek şaş bûne. Ev îdîayên têne gotin ne rast in. Ev tiştê tê kirin şaş e û li ser van tu fikra min nîn e. Li hemberî vê derewê ez bêdeng aram dimînim û bêdengiya xwe diparêzim."
*Têbiniya Diyarnameyê: Di kurdî de peyvek cihê vê peyvê bigire me nedît. Ger hebe pêşniyar em dikarin biguherînin.


