Diyarname
Nûbiharê êvara 23'yê mehê xwarina fitarê organîze kir. Bi sedan kes beşdarî fitarê bûn. Li wir Gerînendeyê Weşanê yê Nûbiharê Suleyman Çevîk axivî û ji bo hatina mêvanan sipasî kir.
Ji nivîskar heta rojnamegeran, ji karmend û heta hin siyasetmedaran bi sedan kes beşdarî fitara ku Nûbiharê organîze kir, bûn. Di şevê de Çevîk xêrhatin li mêvanan kir.
Çevîk li ser ziman axivî, ji Ehmedê Xanî dest pê kir û got, "Meseleya me ziman e. Ziman hebûna me ye. Em zarokên xwe hîn bikin. Ji ber ku zarok pêşeroja me ne. Em dixwazin kurdî li dibistanan bi cih bibe, xebat û helwesta me ev e. Em zimanê kurdî xurt bikin, bikin zimanê bazarê."
Li aliyê din Çevîk bal kişand ser îtîfaqa kurdan û got ku ew dixwazin li çar parçeyan îtîfaqa kurdan çêbibe, di kêf û şahiyan de ew bên ba hev, destên hev bigirin û ji hev hez bikin."